Tora Sûrî ya mafên mirov got ku 738 sivîl, 116 ji wan zarok û 70 jin in, li Xûtayê bi destê hêzên Esed û Rûsiya hatine kuştin, piştî derketina biryara 2401 ji aliyê konseya ewlekariyê her ji 24 reşmeha borî heta êvariya duhî roja yekşemê 17’ê adara 2018.
Ji aliyekî din ve duhî roja yekşemê, encûmena xwecihî ya bajarê Dûma serjimêriyek belav kir ku têde kuştina 412 sivîlan hatiye,76 ji wan zarok in, bi sedema bombebarankirina bajarê Dûma ji aliyê hêzên rijêma Esed û Rûsiya li mawê 24 rojan de.
Û Encûmenê hejmarek bi şehîdbûna 258 mêran û 78 jinan û tevlî 44 kur û 21keçan û neh zarokên pêçekê yên kur û du zarokên pêçekên yên keç, di navbera 19’ê reşmeha borî û 14’ê adarê de, dîkomînt kiriye.
Hêjayê gotiyê ku tora mafên mirov di raporteke pêştir de bikaranîna çekên kêmiyayî tevlî biryara konseya ewlekariyê hejmar 2401 ji aliyê hêzên Rijêmê li çend rojên dawiyê tekez kiribû, û daxwaza dirustkirina hevpeymaniyeke navdewletî ji bo nehêlana bikaranîna çekên kêmiyayî ji aliyê Rijêmê û milîsên piştevanên wê ji serokê Fransa kiribû.
Û ligor raporta tora navhatî, êrîşeke kêmiyayî li roja 5’ê adara 2018’an pêkhatibû, ku bermîleke gazeke jehrê ji aliyê hilîkoptereke rijêmê li ser taxên başûrê rojhilatê bajarokê “Hemoriyê” hatibû avêtin, û bibû sedema bihinçikandin û dilxelandina 25 sivîlan, ji wan du xwebexşên tîmên bergiriya sivîl jî hebûn.
Tê zanîn ku Xûta rojhilat ji aliyê Rijêmê û Rûsiya rastî oparesyoneke leşkarî ya hovane û kuştarên rojane bi berdewamî dibe, hevdem ku dezgehên NY bêkar in li hember êrîşên hêzên Rijêmê û hevalbendên wê, tevlî binpêkirina biryarên NY ji aliyê rijêma Esed û hevalbendên wê û bi taybetî binpêkirina agirbesta vê dawiyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî