Nûçeyên Xwecihî

Çalakvan Elî Zeyno ji malpera me re ragihand ku îro roja şemiyê 9 hezîranê, ji encama teqîna mayiyên çandî li bajarokê Til Rif'et li bakurê Helebê, 4 sivîlan ji xelkê Efrînê Jiyan a xwe ji dest dan û 4ên din jî birîndar bûn, zarok jî di nav wan de hene. Zeyno navên kuştiyên ji encama teqîna mayinê bo me diyar kirin ku ew:"Umer Elo, Gulê Mistefa, û zaroka bi navê…
Tora Sûrî ya mafê mirov diyar kir ku hejmara oparesyonên leşkerî yên hêzên rijêmê û hevalbenda wê Rûsiya û milîsên Îranê û êrîşên li ser navendên zindî bilind bûye, û Torê bi kêmayî 21 êrîş li heyva gulana 2018'an li ser navendên zindî belge kirine. Torê di raporta xwe de tekez kiriye ku bi rêjeya 43% ji êrîşên li ser navendên zindî yên medenî ji aliyê rijêma Esed û Rûsiya…
Dezgeha berevaniya sivîl ya Sûrî mirina endamê xwe yê xwebexş Elî Hesen Berad’î ragihand, yê ko di dema erkê xwe yê mirovî radibû bo rizgarkirina sivîlan li bajarokê Zirdina li gundewarê Idlib yê ko duh êvarî ketiye ber bombebarana Rûsî jiyana xwe jidest da. Dezgeha Elyewm anî ziman ko Berad’î ji bajarokê Killî ye, û li navenda berevaniya sivîl ya bajarok kar dikir, û got ko ew di bombebarana duyem…
Hejmara komkujiyan li Sûriyê hevdem ligel berdewamiya oparesyonên hêzên rijêma Esed û hevalbenda wê Rûsiya yên li dijî sivîlan li navçeyên cuda cuda bilind bûye, û nekêmtir ji 11 komkujiyan li Sûriyayê ji aliyê Tora Sûrî ya mafê mirov ve li heyva gulana 2018'an hatine belgekirin. Torê diyar kiriye ku komkujî bûne sedema şehîdbûna 103 sivîlan, 45 ji wan zarok in û 28 jin in, an ku bi rêjeya 71%…
Piştî civata nûnerên hozên Erban û yê Kurdan li gel berpirsên PYD , çekdarên PYD serokê komîta hozên kurdan Fehed Deqorî li bajarê Amûdê binçav kir. Li gor jêderekî ji malbata Deqorî diyar kir, Fehed bi tawana qaçaxiya şûnwaran hatiye binçavkirin û bûye çend roj di zindanên PYD de ye. PYD bi heman tawanê kurê Fehed Dr. Salar jî binçav kiriye, û ta vê gavê çarenivîsa wan ne diyar e.…
Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî