Nûçeyên Xwecihî

Duh 13 Tebaxê rêxistina DAÎŞ zêdeyî 50 welatiyên kurdên sivîl li gundewarê bajarê Babê girtin û birin cihekî ne diyar Di derbarê vê mijarê de endamê Encumana Niştimanî ya Kurd Mistefa Misto zanyariyên bêhtir ji malpera mere ragihandin  "bi dehan çekdarên DAIş bi rengekî hovane êrêşî xelkên sivîl li gundê Şidûd ku dikeve bakurî bajarê Babê bi 20 km  kirin, û pêtir ji 50 kesî girtin di nav wan de…
Şoreşgeran ji odeya operasyonên Helebê  êrîşeke xurt birin bi ser wargehên rêxistina Daiş  a tirorist li Gundewarên Helebê ê Bakurî, û dikarîbûn derbasbibin wargehên wan û dest deynin ser gundên Mezre`a û El xirbê û kargeha Xazê Rojhilatî bajarê Izazê. Herweha Yekîneyên şoreşgeran dest danîn ser her du girên El ziyare û Elxedra ku her du li çiyayê Turkman li Gundewarên Laziqiyê ne, piştî şerin giran bi hêzên rejîma Esed…
Duh 13 Tebaxê bi sedan  welatiyên Kobanê ku berî 10 heyvan ji ber êrîşên DAIŞ koçber bibûn di riya dergehê Mirşid Pinar yê sînorî re vegeryan ser mal û milkên xwe. Xelîl Mistefa endamê Encumana Niştimanî ya Kurd ji malpera mere ragihand ku zêdetirî 500 kesî duh pêncşembê ji Tirkiyê vegeriyan ser malên xwe li Kobanê û gundewarê wê. Sebaret bi rewşa jiyana rojane Mistefa got ku "pêwîst e pêdiviyên…
Deh girtiyên siyasî yên li cem Esayişên bi ser Partiya Yekîtiya Demuqrat (PYD) ve girtî bûn duh Pêncşemê 13 Tebaxê serbest hatin berdan. di hevpeyvîneke taybet li gel Mihemed Şiwêş endamê Encuman Niştimanî Kurdî ku ew yek ji kesên azadbûyî ye, ji malpera me re tekez kir ku vekolîn pêre dihat kirin bi tewana leşkerkirina ciwanan di nav refên Pêşmergeyên Kurdê Sûrî de. Şiwêş diyar kir ku tewanên kesên din…
Roja Sêşembê 11.08.2015an birêz Ced’an Elî “Nûnerê Tevgera Çaksaziya Sûriyê” li herêma Kurdistanê wek serokê nû yê Nûnerîtiya Encûmena Niştimanî Kurdî li Herêma Kurdistanê li şûna Nûrî Birîmo serokê nûnerîtiyê yê berê hate hilbijartin. Li ser evê babetê Feysel Yûsif “Hevrêzkarê Tevgera Çaksazya Sûriyê” li ser malpera xwe ya Facebookê nivîsandiye”hilbijartina Ced’an heye bibe fakterê xurtkirina rola Nûnerîtiya ENKS ya Herêma Kurditsnê di xizmeta gelê Kurdên Sûriyê û bi taybetî…
Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî