Nûçeyên Xwecihî

Rojnama "The Washington Post" ya Amerîkî, îro roja çarşemê, hişyarî da ji krîzeke mirovî ya mezin li ser qedera bêtir ji 73 hezar kesên piraniya wan jin û zarok in li kampa Holê li gundewarê Hesekê. Rojnameyê bi reşbînî behsa rewşa wê kampa li rojhilatê parêzgeha Hesekê kir, ya bi sed-hezaran kesên reviyayî ji dumahîk asêgeha çeteyên DAIŞê li bajarokê Albaxoz li gundewarê Dêrazorê têde hene. Rojnameyê da zanîn ku…
Toreya Sûrî ya mafên mirovan raporta xwe ya mehane ya li ser binpêkirinên li welat pêk tên derxist, tê de tekez kir ko hêj rêjîma Esed û hevalbendên wê tawankariyên cengê derheqê sivîlan dikin, û rêkxistinê bi sedan rewşên girtin û kuştinê û êşkenceya hovane belgeh kirine. Toreyê anî ziman ko di heyva adara bûrî de 334 sivîl ji nav wan 85 zarok û 63 jin hatine kuştin, û destnîşan…
Nêzîkî 200 sivîlî şehîd bûn û bi hezaran ji gundewarê her sê parêzgehên Îdlîb, Hama û Helebê di du mehên dawî de koçber bûn, ji encama topbarana berdewan ya ji aliyê hêzên rejîma Esad û balafirên Rûsya. "Tîma Kordînsyona Bersivdanê" li Sûriyê, duhî roja duşemê di raportekê de, got ku wê koçberbûna 22746 malbatan û mirina 199 sivîlan belge kirine, û zarok di nav wan de hene , ji ber…
Diyardeya windabûn û revandina welatiyan li parêzgeha Hesekê berdewam e û bi taybet li bajarê Qamişlo. Berî heftiyekê Ciwanê kurd yê bi navê Keder Cumaa li bajarê Qamişlo wenda bû, û tu agahî li ser wî tunen e. Ariya Cumaa dayka Keder û endama emîndariya giştî ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, ji malpera Hevbendiyê re ragihand ku kurê wê xwendkarê kolîca endezyariya pitrolê ye li Dêra Zorê, û…
Emîndariya giştî ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriya ENKS roja yekşemê 31-3- 2019 li bajarê Qamişlo civata xwe ya normal lidar xist. Heyat Qiçço endama emîndariya giştî ya ENKS ji malpera Hevbendiyê re ragihand ku civata wan çalakiyên xwecihiyên ENKS di heyva Avdarê de nirxandin, û di heman mijarê de civatê kiryarên çekdrên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD li dijî alîgirên Encumanê di roja Jinê û 12 Avdarê de şermezar…
Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî