Nûçeyên Xwecihî

Firokên rêjîma Esed û Rûsya tawankariyeke cengê li gundewarê Idlib û Hemayê pêk anîne, çend bajar û bajarokên sivîlan bombebaran kirin, di encamê de pênc kes şehîd ketine û bi dehan sivîl birîndar bûne. Çalakvanên herêmê gotine ko sê kes ji nav wan jinek vê sibeha şembiyê hatine kuştin, bi sedema bombebarana asmanî ya Rûsî li derdora gundê Abdîn li gundewarê Idlibê, her weha êrîşên li ser Xan Şêxûn ,…
Encûmena Niştimanî ya Kurdî di daxuyaniya xwe de êrîşa terorîstî ya rejîma Îranê li dijî navçeya Koye û binpêkirina serweriya Herêmê û bombebarankirina navendên herdu beşên Partiya Demokrata Kurdistanê û herweha sêdaredana sê xortên kurd şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hat ku "rejîma Îranê berdewam e di belavkirina terora xwe bi hemû awayan, û li serê sibeha şemiyê 8/9/2018 bi awayekî hovane û bi binpêkirina hemû yasayên mirovî, sê xortên…
Emîndariya giştî ya encûmena niştimanî kurdî girtina herdu serpereştên partiya yekîtiya kurdî ji hêla milîtanên PYD ve li bajarê Rimîlan yê bi ser bajarê Hesekê ve pirotesto kir. Emîndariya giştî ya encûmenê di daxuyaniyeke xwe de tekez kir ko milîtanên bi ser partiya yekîtiya dîmuqrat PYD ve, dora demjimêr 10 roja înê 07.09.18 mala serpereştê partiya yekîtî kurdî birêz Ferhan Merî li Rimêlan dorpêç kirin, di dema ko çend hevalên…
Çalekvanên bajarê Kobanê ragihandin ku xalên leşkerî yên rêjîma Esed li derdora Helebê controlê derheqê welatiyên Kobanê yên dixwezin derbasî bajarê Helebê bibin dijwar dikin. Çalakvan Ferhan Mihemed ji malpra me re ragihand ku çekdarên rêjîma Esed pişkinîn li nuqteyên leşkerî li derdora Helebê dijwar kirine, bi armanca girtina xortan ji bo leşkeriya neçar , her wiha Mihemed bal kişand ku berî heftiyekê çekdarên rêjîma Esed rojnemvan Omer Kalo li…
Toreya Sûriyê ya mafên mirovan kuştina du ragehêneran di heyva tebaxa borî de bi destê hêzên Esed û hevalbenda wî Rûsya belgeh kirine, û tore dibîne ku ew hatine kuştin “ji bo veşartina rastî û tawankariyan”. Rêjîma Esed ji sala 2011ê ve di lîsteya yên ko tawankariyan dikin de yê herî pêşî ye, û bi taybetî li dijî kadirên ragehandinê, û raportê diyar kir ko çalakvan Mihemed Nûr Elşemalî di…
Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî