Artêşa Sûrî ya azad li taxa “Elmenşiyê” li Dera bipêşve çûye û herêmake Istiratîcî û çend cihên din yên bi ser rêjîmê ve kontrol kirine, piştî şerekî ji sibehê de ku dest pê kiriye di cenga bi navê “mirin û ne serşorî”. de
Taxa“Elmenşiyê” giringtirîn taxên Dera Elbeld e, hêzên rêjîmê ji wir bi kampanyên xwe yên dijî taxên rizgarkirî destpê dikir, her weha ew girêka hatinûçûnê ye di navbera taxên Dera Elbeled yên rizgarkirî û taxên Der’a Elmeheta yên ko rêjîm wan kontrol dike, û tax dikeve beşê rojava ji Dera Elbeled de û li geliyê Elzêdî ya ko Der’a Elmeheta û taxên Dera Elbeled ji hev cuda dike dinhêre, her weha raserî Gumrika kevin e ya ko wekû giringtirîn dergeh û rêbuhêrk bi Urdunê re ye.
Çalakvanan ji bajarê Der’a gotin ku alayên şoreşger vê sibehê li taxa Elmenşiyê bipêşve çûne piştî ko baregehên rêjîmê armanc kirine û Girê Elsexedî ya istiratîcî ko hêzên rêjîmê û milîtanên Îranî li ser bicih dibûn kontrol kirine, û di encama van pevçûnan de bêtir ji 20 leşkerên rêjîmê û milîtanên ku li kêleka wê şer dikin di nav kuştî û birîndaran de ketine.
Alayên şoreşger berî mehekê cenga “mirin û ne serşorî”destpê kirine, ji bo Der’ayê bi tekûzî rizgar bikin di (Odeya operasiyonên Elbunyan Elmersûs) û di encama wan operasyonan de bêtir ji 90% ji taxa Elmenşiyê kontrol kirine.
Şer li jêr bombebaraneke tund ji firokên cengê yên Rûsî û firokên Rêjîmê û hilîkopterên wê dibe, ku rojane bêtir ji 30 êrîşî bi bombeyên goşî û mûşekên valahiyê û bi bermîlên teqîner pêk tînin, û xaniyên niştecihan û navendên xizmetkariyan hem jî herêmên alayên şoreşger armanc dikin, û di encamê de nexweşxana Der’a Elbeled û navendin bijşkî û yên hawarhatinê ji xizmetê derketine.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî