Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimaniya Sûrî, Fuad Elîko, duh roja Sêşemê, hişyarî da ji metirsiyên rastyeqîn derbarê kiryarên radestkirinê yên di navbera rijêmê û partiya Yekîtiya Demokratîk de li herêmên kurdî yên di bin kontrola PYD de dibin.
Aliko di daxuyaniyekê de ji bo ajansa Basnews got: Tirseke cidî heye ji girêbestên wergirtin û radestkirinên yên bi bêdengî di navbera rijêmê û PYDê de li herêmên kurdî dibin, bêyî ku em bizanin çi di odeyên tarî de û li pişt perdeyan diqewime, ji bilî hinek tiştên ku ji aliyê medaya rijêmê ve belav dibe, û rêberiya PYDê bi carekê çi pêzanînan nade li beramberî wê. Û Aliko got: Rêveberiya PYDê dibêje ku çi danustandinên cidî nînin, û ji hêleke din dibêjin ku rakirina wêne û alan bi tenê ji bo ciwankirina bajar û pêşvebirinê ye û ne tiştekî zêdetir, lê ji rastiyên li ser erdê berovajî van nûçeyan diyar dikin, û gotinên medeya rijêmê piştrast dikin, û ev yek gelek metirsiyan li bal her kesî çêdike, ku tişta dibe radestkirina herêmê bê bermber e.
Aliko got ku “Rêveberiya tenê bi nav, ya ji xwe re dibêje Xweser , bi dirêjahiya heft salan bû sedema koçberbûna milyonek kes ji malên wan, bi riya ferzkirina bac û bêşan li ser gelê hejar, di bin navê rêveberiya xweserî de, û qedexekirina tevgera siyasî ya kurd, bi taybetî endam û alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurdî.”
Aliko di dawiya daxuyaniya xwe de bang li Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) kir, ji bo eşkerekirina rastîyan li ser tiştên di navbera wê û rêjîmê de dinin.
Jêder: Beşê Kurdî ji Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî – Basnews