Zagona baca dahatê ya ku Partiya Yekîtiya Demoqrat PYD ragihand Nerazîbûneke berfireh di nav welatiyan de derxist.
(F S) karmendeke ji bajarê Amûdê ye, nexwest navê wê bê eşkerekirin, li ser biryara bacê ji mere got:
”mûçeya min 35 hezar Lîreyên Sûrî ne, nagihêje 100 $ , û em tev dizanin buhabûn li devera me çawa ye, mûçe me nagihêne serê heyvê, bi rastî em pir matmayî mane ji vê biryarê û her kes li bajar û bajarokên kurdî weke me ne lewra ez bawer nakim ti kes bacê bide wan”.
Çavdêrê siyasî “Şiyar Îsa” di daxuyaniyeke taybet bo me got ku armanc ji vê biryarê ewe ku PYD bi her awayî xwe bide naskirin weke desthilat, û ji xwe wê bandoreke wê ya nerênî li ser jiyana rojane ya welatiyan hebe.
her wiha Îsa bal kişand ku ew biryareke siyasî ye, nerewa ye mîna hemû biryarên wan yên siyasî, ji ber ku ji encumena zagonsaz derdikeve û ew encuman ne hilbijatî ye, lewra tevaya biryarên wan siyasî û ne rewa ne.
li ser encamên vê biryarê Îsa got ”xelk wê bêhtir perîşan û belengaz bibin, ji ber rewşa xelkê ya abûrî pir xerab e, wê koçberî li deverê zêde bibe, berê ciwan nemane, xuyaye PYD dixwaze deverê ji kesên mayî vala bike, ez dibînim pirojeyeke ne saxlem tê cîbicîkirin , pirojeyek ku dever ji kurda vala bibe.
Jêder: Hevbendî