Artêşa Sûrî ya Azad bi hevkariya artêşa Tirkiyê vê sibeha şemiyê çar gundên nû li gundewarê Efrînê kontrol kirin, serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan tekez kir ko hêzên hevbeş dibe di kîjan kêlîkê de têkevin Efrînê.
Erdogan îro got dê ew Efrînê radestê xelkên wê yên resen bikin, piştî wê kontrol bikin di heman çaxê ko dezgehên ragehandinê yên xwecihî diyar kirin ko hêzên hevbeş gundên (Kefer Rem, û Qirot Qolat) li tewerê navçeya Şeran rojavayê Efrînê kontrol kirin, û gundê (Horan) li navçeya Bilbilê û gundê (Elzelaqiyê) li tewera Cindirês rojavayê Efrînê kontrol kirin.
Ji destpêka operasiyona Şaxê Zeytûnê hêzên hevbeş bêtir ji 150 xalên giring kontrol kirine û berdane hêzên PYD ji pênc navçeyan li herêma Efrînê (Şeran, Bilbilê, Şêx Hedîd, Cindirês û Raco) hem jî gihane bajarê Ezaz bakurê Helebê û bajarokê Etma bakurê Idlibê.
Çalakvanan diyar kirine ko hêzên hevbeş çar kilometer ji wan re maye ko bigehên navenda Efrînê piştî ko gundê Mrîmîn kontrol kirine.
Operasiyona Şaxê Zeytûnê berdana milîtanên PYD ji hemû herêma Efrînê û vegera koçberan amanc dike.
Jêder: Nivîsgeha ragehandina ya Hevbendiya Niştimanî