Alayên Artêşa azad xwe ji bo derbasbûna Cerablusa Gundewarê Helebê yê Bakur yê bi ser sînorê Tirkiyê ve amade dikin, da DAIŞê jê der bikin.
Ev şer hat piştî Artêşa azad Rêkxistina DAIŞê ji gundê Elra’î der kir, çimkî ew gundekî istiratîcî ye û dergeh e ji derbasbûna bajarê Babê re, û navenda operasiyonên rêkxistina DAIŞê li Herêmê ye hem jî nêzîkî sînorê Tirkiyê ye.
Çalakvanan anîn ziman ko serkirdeya Rêkxistinê dest bi vekêşanê ji Cerablusê kir, û ew dê rê li pêşiya Şoreşgeran veke da ber bi Bajarê Babê ve biçin, û bi tekûzî wê ji rêkxistina Daişê bistînin û niştecihên wê ji stema DAIŞê rizgar bikin.
Şoreşgeran pêşketina hêzên Esed ber bi aliyê rêka bitenê de ko diçe taxên Helebê yên Rojhilat têk birin, hem jî şoreşgeran hewldana çûna hêzên Esed ber bi aliyê bargeha ” Feniyê Cewiyê”de ko dikeve bakurê Topgeha Ramûsê li başûrê Helebê têk birin, û komên endamên Esed li Herêmê bi dûravêjên Hawinê û Mûşekên “Fîl” amanc kirin.
Alayên leşkerî tekez kirin ko 20 endamên Esed û milîtanên piştgiriya wan dikin hatine kuştin, 3 ji wan efser in, û bi dehan birîndar bûne, û guleavêjek nemro 23 xerab kirin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, tekez kir ko Şoreşger bi rizgarkirina xakê tevdî ya ko Rêkxistina DAIŞê ew dagîr kiriye pabend in, û ew dê wê vegerînin himêza Şoreşê, û ew ê beraberiya Rêjîmê bikin, her weha hevalbendên wê û milîtanên piştgiriya wê dikin.
Jêder: Hevbendî