Tîpa Elhemzat ya artêşa azad yekem tirumbêla zirîpoş ya ji çêkirina xwecihî bi destê pispor û hunerbazan çêdike, navê Zirîpoşê Elfehed e, û ew nimûneya wekîniya zirîpoşeya Tirkî ya cûreyê BMC kêrbî ye.
Tîpa Elhemzat berztirîn alaya leşkerî ya artêşa azad e, û di operasiyona mertala ferat û şaxa zeytûnê de beşdar bûye, tîpê ji destpêka damezirandina xwe de kadiroyên hunerbaz û pisporên biwarên corbicor bo kar anîne, beşê karûbarê hunerî û alavan çêkiriye, dest bi planên xwe yên çaksaziya berevaniyê amade kiriye, tako pêdiviyên leşkerî yên sivik û navçe û giran encam bide.
Sêf Ebû Bekir serpereştê tîpê anî ziman ko operasiyonên leşkerî yên ko tîpê beşdarî di wan de kiriye hişt ko ew guhdanê bidin çaksaziyên berevaniyê, ko kargeha çêkirin û amadekirina çekan firehtir kirine, di pey re planek danîne bo berhemdana turumpêlên leşkeran dikin zirîpoş, û dibin mîna nimûneya zirîpoşeya Tirkî.
Û bal kişand ser ko karê pirojeyê dora salekê dirêj kir û hemû karîn û hêzdan ji bo biserketina piroje bikar anîne, êdî ev serkeftin bi berhemdana yekem zirîpoşa şer hate ragehandin.
Elfehed Motorê wê dehifdana çarqolî ye (4*4) lezgîniya wê digehê 80 km/d, li ser xaka rast , û 30 km/d , li ser xaka kelekort, dirêjbûna wê 6 mitr e, pehinbûn 1.75 mitr e, û bilindbûna wê 3 mitr e.
Zirîpoş alavên sarkirin û germkirinê bo zivistan û havînê tê de hene, û deriyekî paşî hidrolîk e, heft kulekên kêlekan hene bo guleberdeanê, cameke lidijî guleyan û parastina ji mayûnên giran û sivik, toreyeke ji pola çêkirî bo li pêş guleyên RBG li ber xwe bide.
Firehiya wê 10 leşkeran hildigire, ji nav wan taximê wê ko ji pênc kesan û serpereştê zirîpoşê û ajokar û segvan û berpirsê bijîşkî.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî