Berdevkê fermî yê odeya oparesyonên Elbiniyan Elmersûs yê bi navê “Ebû Şîma Ebazêd” tê naskirin, xuya kir ku Rêjimê 14 serbazên xwe ji dest dan e, 10 ji wan hatine kuştin û 4ên din hatin dîlkirin û du tankên hêzên wê hatine têkbirin û tankek û buldozerek leşkerî û zerîpoşek û komek çek ji aliyê şoreşgeran ve, di êrîşa duhî de ya li roja sêşemê li ser ketîbeya berevaniya esmanî li rojhilatê taxa Elmenşiyê li bajarê Der’a hatine desteserkirin.
EbûŞîma balkişand ku milîsên hizibulaha terorîst û pasdarên Îranê li kêleka hêzên Rijêmê di êrîşên dawiyê de yên li dijî parêzgehê beşdar bûn, ku karîn hin beşên ketîbeya berevaniya esmanî kontrol bikin, berî ku tabûrê şoreşê carek din wê control bikin.
“Ebazêd” got ku armanca hêzên Rijêmê ji êrîşên li ser ketîbeya esmanî ew bû ji bo dabirîna riya di navbera gundewarên bajarê Der’a yên rojava û yên rojhilat de, tevî kontrolkirina derwazê kevin.
“EbaZêd” dibîne ku Rijêmê xwest agirbesteka 48 demjimêran pêk were ji bo xwe bo êrîşeke nû amade bike, û diyar kir ku kontrola Rijêmê li bajarê Der’a çi nemaye, û bi tenê 5% ji taxa Elminşiyê û zîndana wê kontrol dike, û diyar kir ku niha pilan tên amadekirin ji bo bidawîkirina hebûna Rijêmê bi carekî li bajarê Der’a.
Ebazêd tekez kir ku “ziyanên hêzên Esed û milîsên palpiştên wê li parêzgeha Der’a her ji destpêka şerê taxa Elminşiyê bûne zêdetir ji 250 kuştî, 100 ji wan efser û rawêjkarên Îranê ne”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî