Ofisa Rêberiya Derûnî ya artêşa niştimanî ya Sûrî û hêzên çekdar û hêzên ewlekarîyê, duh roja yekşemê “nivîsa reftaran” derxist da ku pêşî li binpêkirinan bigire û rêzgirtina li mafên mirovan di dema şer de dabîn bike.
Nivîsê tekezî li ser peydakirina bilez a ewlehiya gelemperî ji bo herkesî û bê cûdahî kir, ji bo serederiya birêz û bi pîvanên herî bilind yên rênimayên fermanberî, axlaqî, pîşeyî û civakî.
Nivîsê armancên artêşa niştimanî û rêzikên kar û xebatê diyar kirin, û tevî rêzikên rêvebirîyê yên kar û xebata hêzên ewlekariyê yên pêwîst, û şirovekirina reftar û erkên çekdaran û tevî prensîbên sereke yên serederiya ligel dîl û girtiyan û mal û milkên giştî.
Nivîs ji sê babetan pêk hatiye, ya yekem balê dikişîne ser armanc û dîtina artêşa niştimanî û nirxên wê, beşa duyem rêzikên rêvebirin û xebata hêzên ewlehiyê ye, û beşa sêyem jî rêzikên rêvebirinê û sîstema kar û reftara arteşa niştimanî bi xwe ve digire.
Nivîsê kar û xebata çekdarên hêzên ewlehiyê di warê ger û dewriyan de, û danîna xalên pişkinîn û kontrolê, herweha girtin û danûstendina bi girtiyan re, û bikaranîna çekan destnîşan kirine.
Ofisa Rêbernameya Moralê bal kişandiye li ser giringiya rêzgirtina li” nivîsa reftaran” û bicihanîna mercên wê, û pêşî li her binpêkirina naveroka wê bigire, tevî kontrolkirina binpêkirinan çi gava ku ew çê dibin û agahdarkirina rayedarên têkildar dema ku binpêkirin rû bidin.
Kod ji14 rûpela pêk hatiye, û têde ji fermandar û cekdarên artêşê niştimanî dixwaze ku serederiyê digel girtiyan bike, li gorî prensîbên yasa navnetewî û peymanên têkildar, nemaze li gorî rêkeftina Cenêvê ya sêyemîn ya 1949’an.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî S