Hêzên Artêşa Sûrî ya azad ragihand ko wan çend herêm ji Badiya Sûrî ji bin kontrola rêjîmê destxistine, piştî pevçûnên giran bi hêzên Esed û milîtanên Îranî re.
Endamê nivîsgeha ragihandinê ya “hêzên şehîd Ehmed Elebdo” Omer Eldîmeşqî ji acansa Simart re duh çarşembê got ko wan hêzên Esed û milîtanên bi ser ve, ji herêma “Bîr Mehrûse” ya bi ser Qelemona rojhilat ve li Badiya Sûrî li gundewarê Şamê qewitandine.
Eldîmeşqî bêtir got ko pevçûn di şerê “Elerdû Lena ”de bû , û ji encama şer, 60 endam ji hêzên Esed û milîtanên bi ser ve ji wan jî du Efserên Îranî û 6 tang û çendîn alavên orte yên cêb têk birin, û ziyanên Artêşa azad du şehîd û hinek birîndar bûn.
Eldîmeşqî tekez kir ko milîtanên hizbula Libnanî û Lîwayê Fatimiyûn yê Îraqî û milîtanin din yên Îraqî yên bi piştgiriya Efserên Îranî û bi alîkariya çekên asmanî yên Rûsî, li kêleka hêzên Esed şer dikirin.
Eldîmeşqî diyar kir ko piştgirî bi hêzin din ji rêjîmê re hatine, di rêya firokxana “Xelxele” li gundewarê Siwêda û “Bilî “ ya başûrê Şamê , û alîkarî nêzîk 60 tangî û 150 alavên giran çi yên zincîr an alavên “Tirêks” û arebayên mertalkirî û sê hezar endam ji regezên corbicor digel wan hatine.
Artêşa azad roja sêşembê ragihand ko li herêma Badiya Sûrî di şerê Elerdu Lena de pêşve çûye û bi dehan ji hêzên rêjîmê kuştine. Her weha Isûd Elşerqiyê ragihandin ko firokeke cengê ya rêjîmê nêzîk firokxana Elsîn ya leşkerî li gundewarê Şamê jikar xistine.
Artêşa azad duh anî ziman ko dîsa herêma “Um Remem kontrol kiriye û du tang û tirêkisek zincîrî têk birine, û bêtir ji 35 endamên hêzên Esed û milîtanên mezhebperest di vegerandina êrîşa wan de li çend teweran li Badiya Sûrî kuştine
Alayên artêşa Sûrî ya azad rûberên berfireh ji Badiya Sûrî li rojhilatê parêzgeha Siwêda kontrol dikin, û hêzên rêjîmê hewil didin li bin sîwan asmanî ya Rûsî bipêşve biçin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/ Simart