Penaberên Kampên li navçeyên milîsên PYD’ê jiyana xwe di rewşeke mirovî ya zehmet de derbas dikin, Ji ber nebûna xizmetgozariyan û alîkariyên xwarin û dermanan, tevlî riftarên terorîstî yên wan milîsan.
Ev yek hevdem dibe ku milîsên “QSD” yên bi piranî bi ser PYD’ê ve ne, rê li pêşiya bi hezaran awareyên Dêrazorê digirin, dema dixwazin bên kampan an bajarên aramtir yên navçeyê, tevlî hilmetên binçavkirinê yên berfereh û leşkariya neçarî yên di derheqê ciwanan dibin.
Ligor ajansa “SMART” ku nêzîkî 75 ciwanên gundê “Eltebqê” li Reqê, ji aliyê wan milîsan ve ji bo leşkeriya neçarî û şerê li dijî rêxistina DAIŞ’ê hatin girtin.
Herwiha ajansê gotibû ku penaberên kampa “Ebûqibi’h” li rojavayê bajarê Reqê gazindan ji rewşa zehmet ya li kampê dikin, û bal kişandibû ku gelek nexweşiyê peyda bûne.
Hêjayê gotinê ye ku bi hezaran koçber li kampên parêzgeha Reqê dijîn, û ji aliyê çalakvanên xwecihî ew kamp bi “kampên mirinê” hatibûn binavkirin, bi sedema rewşa mirovî ya xirab li wan kampan.
Li ser zarê çalakvanên kampa “Tiwêhînî” ya li nêzîk bendava Eltebqê li Reqê hatibû gotin ku ji aliyê milîsên “QSD” deregehê kampê li ber hatina koçberên Dêrazorê hatibû girtin bi hênceta tinebûna rê û cihên wan.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbrndiya Niştimanî