Rejîma Esed û Rûsyayê, di çarçoveya kampaniya xwe ya leşkerî de ya ji dawiya meha nîsanê ve berdewam e li ser deverên kêmkirina zêdegaviyan, hêrîşên xwe yên asmanî li ser bajarê Cisr al-Şixûr li gundewarê Idlibê zêde kirine, û li gor çalakvanan, bajar bi rokêtan hate bombebarankirin, û têde kesekî sivîl hat kuştin û hin kesên din jî birîndar bûn.
Li gorî Parastina Sivîl, bajar di rewşeke herî zehmet de dijî, û bal kişand ku bajar bi 8 êrîşên asmanî ji aliyê sê balafirên şer yên rejîma Esed û Rûsya hat bombebarankirin, û xala jinê ya parastina sivîl li bajêr hat armanckirin.
Tîmên Parastina Sivîl bi hawara cihên ji aliyê balefirên şer bombebarankirî ve çûn, û birîndar rakirin û agir vemirandin, tevî alîkirina sivîlan ji bo valakirina cihên bombebarankirî heta serê sibehê, ku cenazayê şehîdekî û hejmarek ji birîndaran hatin dîtin û rakirin.
Ev êrîşa dijwar ji aliyê balafirên hevalbendaya rejîmê û Rûsyayê li ser “Cisr al-Şixûr” hat, piştî rojekê ji êrîşeke şervanan li ser bakurê Laziqiyê, ku çeperên hêzên Esed li devera “Çîyayê Turkmen” hatibûn armanckirin.
Herweha êrîşên pêr yên balafirên rejîmê li ser “Cisr al-Şixûr”, bibûn sedema birîndarbûna pênc kesên sivîl bi birînên cuda, û take nexweşxaneya bajêr hatibû bombebarankirin û bi temamî ji kar ketibû, ligel koçberbûna hejmareke mezin ji welatiyên wê ber bi deverên din yên ewletir de.
Tê zanîn ku bajarê Cisr al-Şixûr ji aliyê çalakiyên sivîl ve di 12 meha tîrmehê de weke devera “karesatê” hatibû ragihandin, ji encama êrîşên balafirên şer yên rejîma Esed û Rûsya, û bal kişandibûn ku wêranbûneke mezin li bajêr li ser mal û milkên giştî û taybet û jêrxaneya bingehîn li bajêr peyda bûye, ji ber êrîşa li ser bajêr.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê, tekez kir ku dubarebûna pêkanîna komkujiyan li dijî welatiyên sivîl ji aliyê rejîma Esed û Rûsya, tê bi armanca jinavbirina hewldanên destpêkirina pêvejoya siyasî, û Civaka Navdewletî bi berpirsyar dît li hember parastina sivîlan û rawestandina oparesyonên leşkerî.
Hevbendiya Niştimanî tawanên rejîmê bi “tawanên beloq” binav kirin, û bal kişand ku sivîl û deverên giştî têne armanckirin.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî