Hêzên rejîma Esed careke din deverên nişteciyan kirin armancên topbarana xwe, bi pêkanîna êrîşên esmanî li ser deverên berfireh li gundewarê Idlib û Hema, weke tolhildanekê ji pêşketina şoreşgeran li hin gundên parêzgeha Hemayê.
Duhî ji encama êrîşên balafirên rejîmê li ser gundewarê Idlibê, du kes ji gundê “Papoulan” û kesek ji “Xanşîxon” hatin kuştin, û birîndarbûna çend kesan li hin deverên din, û tevlî wêrankirina mizgefta al-Rehman li bajarê Xanşîxon.
Li gorî çalakvanan, îro bi dehan êrîş ji aliyê balafirên rejîmê li ser taxên bajarên “Mi’rt al-Ni’hman” û “Kfromh” û “Xan al-sebîl” û “Hazarin” û “Mi’ret Hurma” û “Termla” û “al-Hibit” û “al-Ftîra” hatin pêkanîn , û bûne sedema birîndarbûna bi dehan welatiyên sivîl.
Çalakvanan diyar kirin ku bajarok û gundên “Kefr betîx”, “Xan alsebîl” û “Hirş Kefroma” li gundewarê Idilbê ji aliyê hêzên rejîmê bi roketên cebilxane deaktîv hatin topbarankirin, ku ti agahî negihiştine li ser kuştin û birîndarbûna welatiyan.
Herwiha çalakvanan diyar kirin ku çend deverên deşta bakurê Hemayê jî, di nav de “Zakat”, “Kefer Zêta” û “Al-Lataminah” hatin topbarankirin, û ti agahî nînin li ser ketina qurbaniyên sivîl.
Ku hêzên rejîmê û hevalbendên xwe, êrîşên xwe yên hovane û kîna tolhildana xwe ya dijwar li dijî sivîlên deşta Hema û Helebê zêdetir dikin, li hember pêşketina komên çekdar li meydana cengê, û ajansa parastina sivîl di dawîtirîn serjimêriyên xwe de bal kişandibû ku 273 kes di meha derbasbûyî de hatibûn kuştin.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, tekez kiribû ku zêdebûna êrîşên leşkerî û tawanên şer li dijî welatiyên sivîl li ser destê hêzên rejîmê û Rûsya, Netewên Yekgirtî dixe li ber berpirsyariya wê, û herwiha hemû derfetan li pêş prosesa siyasî têk dibe.
Hevbendiya Niştimanî bang ji bo darizandina hemû kesên sûcdaran yên rojane tawanan li dijî sîvîlan pêk tînin kiribû, û daxwaza raguhestina fayilê Sûrîyê bo Dadgeha Tawanan ya Navnetewî bi awayekî rasterast kiriye.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî