Rêxistineke mafên mirovan ya Sûriyê zêdetir ji 1,400 êrîşên bitewşî ji aliyê hêzên Rûsiya li ser sivîl û binesaziya medenî di sê salan de belge kirine, her ji dema destêwerdana wê ya leşkerî ya ji bo parastina rêjîma Esed.
Rêxistina “Arşîva Sûriyê” di raporteke xwe de diyar kiriye ku, di dema çend salan de ji şopandina êrîşên esmanî yên Rûsiya li Sûriyê, şêweyê bêserûber ê armanckirina sivîlan û binesaziya medenî peyda bûye.
Raportê diyar kiriye ku di şîkirina nêzîkî 3303 girtevideoyên ji bo belgekirina êrîşên esmanî yên Rûsyayê yên di 30’ê îlona 2015 û 9’ê îlona 2018 de, û yên ji 116 çavkaniyan hatine e, û “Arşîva Sûriyê” 1418 bûyer destnîşan kirine, û daye zanîn ku hêzên Rûsî sivîl û binesaziya medenî ya ku nirxê wan yê leşkerî pir kêm e, yekcar ne leşkerî ne armanc kirine.
“Arşîva Sûrî” li ser belgekirin û parastina dîroka şoreşa Sûriyeyê û belavkirina piraniya belgeyan li ser “YouTube” ê dixebite.
Hêjayê gotinê ye ku baregeha Rêxistinê li Berlînê ye, û gencîneyek belgeyan ji girtevideoyên bûyerên leşkerî yên piştî destêwerdana leşkerî ya Rûsiysyê di Sûriyê de ya ji bo piştevanîya Esed di sala 2015 de berhev dike.
Ûraportên xwe amade dike li ser bingeha girtevidoyên têne belavkirin ji aliyê wezareta Parastina Rûsya, herweha ji girtevideoyên têne belavkirin ji hêla rêxistinên mafên mirovan û sivîl û rojnamevanan.
“Arşîva Sûrî” di raporta xwe de ragihand ku bi kêmî 704 bûyer ji aliyê wê hatine belgekirin, û gelek welatiyên sivîl bûne qurbaniyên êrîşên hêzên Rûsiya.
Ku ji hêla Arîşva Sûrî lêkolîn li ser girtevideoyan hatine kirin, bi kêmî bombebarankirina 35 nexweşxane, 27 mizgeft, 23 dibistan û 27 bazaran di êrîşên ezmanî yên Rûsyayê de nîşan dide.
Arşîvê bal kişandiye ku di bûyerekê de, ku videoyek ji hêla Wezareta berevaniya Rûsyayê hatiye belavkirin li ser armanckirina (palîngeheke petrolê), lê piştî bêhtir lêpirsînê, xuya bûye ku ” saziyeke avê” bû. Herwiha di heman demê de 63 bûyerên bikaranîna çekên deaktîv, û 39 bûyerên bikaranîna bobbeyên şewitandinê.
Hadî El-Xetîb, damezrênerê “Arşîva Sûrî” ye, got ku “bingehên zanyariyan” yê kêrhatî ji bo lêgerînê pêwîst in ji bo “pêşvebirina dadweriyê”, û diyar kir ku “bingeh” dikarin alîkariya parêzeran bikin ji bo dozgeriyên li dijî tawanbarên tundutîjiyê vekin.
Li gor El-Xetîb, ku “ya herî girîng di raporê de bihêzkirina dadperweriyê ye, ji bo parêzer karibin van raportan û ligel belgeyên din ji bo bihêztirkirina dozên xwe bikar bînin “.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê