Li gor hin çavkaniyên çalakvanên mafên mirovan yên ku kar dikin di biyavên hawarhatin û belgekirina binpêkirinan, ku bêtir ji 500 kesên sivîl hatine kuştin , ligel birîndarbûna 2000 kesên din li ser destê hêzên Rûsyayê, her ji nêzîkî du heyvan ve, ji destpêka operasyona hêzên rejîma Esed li ser deverên kêmkirina zêdegaviyan li bakurê Sûriyê.
Tora Mafên Mirovan ya Sûrî, di raporteke xwe de piştrast kir ku 544 kesên sivîl di nav de 130 zarok hatine kuştin û birîndarbûna 2117 kesên din, bi êrîşên balafirên Rûsyayê û hêzên rejîmê.
Serokê Tora Sûrî, Fedil Abdul Xenî, di daxuyaniyekê de ji bo ajansa “Reuters” bal kişand ku sivîl bi qest ji aliyê hêzên Rûsya û rejîmê têne armanckirin, ku hejmareke mezin ji dezgehên bijîşkî rastî bombebarankirina sîstematîk dibin.
Û Xewla al-Sewah, Cîgira Serokê Giştî yê Federasyona rêxistinên arîkariyê û çavdêriya bijîşkî, di daxuyaniyekê de da zanîn ku ne tiştek sirûştî ye ku bombaran kêmtir ji du mdhan bibe sedema jikarketina hevqas dezgehên bijîşkî, û ev tişt weke “tawaneke şer” da nasîn.
Peyvdarê ajansa Parastina Sivîl li parêzgeha Idlibê, Ahmed Şêxo, got ku gund û bajarok bi carekî ji şêniyên wan hatine valakirin, û kampanya hêzên Rûsya li dijî parêzgeha Idlib, her ji standina wê ji bin destê hêzên rejîmê di nîva sala 2015’an de bi kampaniya herî wêrankar da nasîn.
Rêxistina “Human Rights Watch” li meha borî ji ser devên hin birîndar û dîdevanan diyar kir ku cebilxane deaktîv û çekên napalin hatine bikaranîn di van êrîşên dawiyê de, tevlî bikaranîna çekên teqîner yên ji esmana têne avêtin ku bûne sedema ziyanên mezin li ser deverên sivîl lê dijîn.
Herwiha serokên 11 rêxistinên xêrxwazî yên mezin di dawiya meha borî de hoşyariyek dabûn, li ser ku Idlib li kevîka bobelatekê ye, ku berê sê milyon kesên sivîl, di nav de yek milyon zarok li mirinê ye, û rêxistinên arîkariyan diyar kiribûn ku armanckirina nexweşxaneya “Kafr Nabl” li roja pêncşemê, bû xala 30 ya rastî bombebaranê dibe, di dema kampanyayê de, ku bi sedên hezaran ji çavdêriya bijîşkî hatin bêparkirin.
Netewên Yekbûyî ragihand ku herî kêm 300 hezar kes ber bi deverên sînorê Tirkiyê koçber bûne, niştecîhan û çalakvanên deverê yên di warê kampanyaya rizgarkirinê de kar dikin, dibêjin ku bi dehan gund û bajarên hatine rûxandin.
Hevbdndiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, diyar kiribû ku kampanya leşkerî li dijî sivîlan li bakur, ji aliyê Rûsyayê ve tê pêkanîn û gotibû ku rejîma Esed bi tenê bi “rola cêbicêkirinê” radibe ji bo zêdekirina êrîşên leşkerî.
Hevbendiyê dabû zanîn ku rola Rûsyayê di van operasyonan de “xuya û zalaltir bû, piştî bombebarana xalên kontrola Tirkiyê”, û bal kişand bû ku bombebarana wan xalan, hewldanên xistina fişaran li ser Ankara û têkçûna peymana Idlibê ye, ya ku rê li pêşiya agirbestê li Sûriyê xweş dikir, û destpêkirina pêvajoyeke siyasî ya rasteqîne li bin sîbera Netewên Yekgirtî piştrast dike.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî