Rewşa jiyana penaberên Efrînê li kampên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYDê yên li derdora bajarê Helebê pir dijwar e, gelek nexweşî li wan kampan peyda bûne û nayên dermankirin. Li gor ku çalakvan Mistefa Xelîl ji malpera me re ragihand .
Çalkvanê sivîl Mistefa Xelîl diyar kir ku nexweşiya kezebê (zerik) cûreyê A û E, û nexweşiya êşa zirav(sil) li nav peneberan belav dibe û derman tune ne.
Xelîl tekez kir ku PYDê rê nade nexweşan ku herin bajarê Helebê ji bo anîna derman û dermankirinê.
Her wiha Xelîl bal kişand ku rêveberya PYDê ji nexweşan re dermên peyda nake, û derman tunye û ger tê dîtin jî pir buha ye.
Xelîl berdewam kir û got Ku rewşa penaberên Efrînê li kampên PYDê yên li derdora bajarê Helebê pir dijwar e, û pêdîviyên jiyanê lê peyda nabin, û xelk dixwazin ji kampan derkevin lê rê bo wan nayê dan.
Tê zanîn ku bi hezaran malbat ji xelkên Efrînê di kampên PYDê yên li derdora bajarê Helebê de hene.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê