Berevaniya Sivîl a Sûrî dest bi helmeteke piştgiriya girtî bêserûşûnên kotekî di zîndanên rêjîmê de kir, bi armanca ku doza girtiyan berçav bibe, û daxwaza serbestberdana wan a bê merc were kirin, û kesên binpêkirin pêk anîne siza bibin.
Û helmeta ku ji duh duşemê de li ser mediya civakî di bin navê “ew ne giraw in” dest pê kiriye, armanc jê redkirina bikaranîna doseya girtiyan di danûstandinan de ye, ji hêla rêjîmê wek kaxeteke fişarê ji bo destkeftinên siyasî li ser hesabê êşa girtiyan.
Û helmetê anî ziman ku zêdetir ji 200 hezar girtî û binçavkiriyên kotekî di zîndanên rêjîmê de hene, di rewşekê de ku zindî nikarin tê de bijîn de ne, û diyar kir ku rêjîm di helmetên girtin û îşkencekirinê de berdewam e, û hîn girtina sivîlan ji neh salan ve ranewestiyaye.
Û parçeyên vîdyoyî yên helmeta ku dê hefteyekê bidome, tekez kir ku wêneyên Qeyser çespandineke bê guman e ku operasyonên îşkencekirinê di zîndanên Esed de rêbazkirî ne, û got ku divê mirovahî li kêleka wan raweste berî dem derbas bibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî