Berevaniya Sivîl nameyeke wêneyî ji bajarê Meeret Elnuiman ya ku ji nişteciyên xwe vala bûye birêkir, û got ku bajar wek şahidekî ye li ser qelsiya civaka navdewletî di parastina sivîlan ji dijminkariya ku hêzên rêjîmê û Rûsîya dijî Idlibê dikin.
Û berevaniya sivîl di nameya xwe ya vîdyoyî de, daxwaza bizaveke bilez bo parastina sivîlan kir, herweha xebat bo vegera kesên derbider bo herêmên xwe bête kirin, û bihêlin alîkariyên mirovahî bi awayekî bilez bêne gihandin.
Û rêveberê Berevaniya Sivîl Raid Elsalh, di riya raporê re got ku divê civaka navdewletî bikêmanî carekê biwijdan be hember qeyrana Sûrîyê, daku em kuribin kuştin û koçberkirinê rawestînin.
Û raporê anî zman ku tenê ji bajarê Meerit Elnuiman û rojhlatê wê, bêtir ji 300 kesî hatin derbiderkirin, û bêtir ji milyonek mirov ji hemû herêmên rastî êrîşên rêjîma Esed û Rûsî hatine, di şeş heyvan de derbiderbûn.
Tê zanîn ku operasyona leşkerî ya ji alîyê rêjîma Esed û Rûsîya ve, ya ku ji nîvê heyva borî de dest pê kirî, bû sedema valakirina herêmê ji niştecîyan, û ketina bi dehan qurbanî û beşekî mezin ji taxên niştecîyan û avahiyên girîng hatin ruxandin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî