Dezgeha berevaniya sivîl ya Sûrî mirina endamê xwe yê xwebexş Elî Hesen Berad’î ragihand, yê ko di dema erkê xwe yê mirovî radibû bo rizgarkirina sivîlan li bajarokê Zirdina li gundewarê Idlib yê ko duh êvarî ketiye ber bombebarana Rûsî jiyana xwe jidest da.
Dezgeha Elyewm anî ziman ko Berad’î ji bajarokê Killî ye, û li navenda berevaniya sivîl ya bajarok kar dikir, û got ko ew di bombebarana duyem de ya firokên cengê yên Rûsî de şehîd ketiye, ji ber firokên Rûsî komkujiyek pêkanîn û bi dehan kes kirin qurbanî, û bal kişand ser ko sê endamên berevaniya sivîl birîndar bûne û hêj rewşa wan ya tendiristî ne aram e.
Berevaniya sivîl dibîne ku şehîdketina endamekî wê; ji encama berdewamiya armanckirina bargeh û karmendên wê ye, û berê jî çendîn navendên berevaniya sivîl bombebaran bûne û bi dehan ji endamên wê hatine kuştin.
Dezgehê dikarîbû bêtir ji 200hezar sivîlî ji encama êrîşên rêjîma Esed û hevalbendên wê li Sûriyê li dijî sivîlan rizgar bike, û bêtir ji 230 kesî ji xwebexşên rêxistinê dema bi erkên xwe yên mirovî radibûn bo rizgarkirina xelkê jiyana xwe jidest dane, berevaniya sivîl ‘’xwediyên kumên spî ‘’ wek rêkxistineke serbixwe bêlayen bi 15 karûbaran radibe, ya herî giring rizgarkirina sivîlan li deverên têne amanckirin e.
Tîmên berevaniya sivîl sala 2012ê yekem car piştî ko rêjîmê êrîş dan ser herêmên sivîlan li Sûriyê derketin, rêkxistinê çend xelatên navdewletî wergirtine û ji hêla çalakvanên biyanî û yên Sûrî ji bo xelata Nobil sala 2016 hat berbijêrkirin.
Berevaniya sivîl ya Sûrî xelata Tîbiray ya Îrlendî ya navdewletî bo aştiyê heyva eylûla borî bidest xist, wek rêzgirtin ji karê wê re di warê rizgarkirina sivîlan de û alîkariya wê ya ku bi civakên xwecihî re li Sûriyê dike.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî