Rêveberiya bergiriya sivîl li rojavayê Hemayê berdewam e di hilmeta xwe ya ji bo çaksazkirina 20 qutabxaneyan û paqijkirina wan ji şûnmayên bombe û gulleyên neteqandî di çarçova hilmetekê de ku roja şemiyê li jêr navê “Zarokên Me Hêviya Me ne” hatibû ragihandin, ji bo çaksazkirina piroseya xwendinê li gundewarê parêzgehê.
Rojnamevan Wesîm Elehmed, rojnamevanê şaxê rojava yê bergiriya sivîl, duhî li roja duşemê, ji ajansa Smrat re got ku qutabxane hatine dabeşkirin li ser navçeya çiyayê “Şihşibo” û bajarê “kefer Nebûde” û zeviyên wê û deşta Elxab.
Elehmed got ku hilmet roja şemiyê hatiye ragihandinê û wê bi kêmayî sê rojan berdewam be, û wê li ser sê qonaxan be, û wê bi pişkinînek wird destpê bike ji aliyê tîmên endezyariya mayîn û bombeyên neteqyayî, û paş re vemalîna qutabxaneyan û paqijkirina wan bi awayekî ku bêne amadekirin ji bo pêşwaziya qutabiyan.
Hêjayê gotinê ye ku encûmena xwecihî ya bajarê “keferzêta” li bakurê Hema, dest bi nûjenkirina 5 qutabxanyan kiribû ji hejmira 20 qutabxaneyên wêrankirî , ku 14 ji wan bi carekî wêrankirî ne û 6 bi awayekî beşikî, ku ev qutabxane ji aliyê hêzên Esed hatine bombebarankirin û ev yek bû sedema wêranbûna hejmareke mezin ji navendên xwendinê li parêzgehê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî