‘’Koma Kar Ji Bo Filestîniyên Sûrî’’ di raporteke xwe de li ser malpera xwe ya fermî duhî behsa binpêkirinên derheqê penaberên Filestînî li Sûriyê kir, û tekez kir ko navê 35 penaberên jin ko bi êşkenceyê di zindanên rêjîma Esed de, heta dema derçûna raportê, hatine kuştin û li rex xwe belgeh kirine.
Tîma çavdêriyê ya ‘’Koma Kar ji Bo Filestîniyên Sûrî’’ tekez kir ko hejmara qurbaniyên êşkenceyê yên Filestînî di zindanên Sûriyê de gihaye 565 penaberan, zarok û yên temen mezin di nav wan de hene.
Tîma çavdêriyê ya ‘’Koma Kar ji Bo Filestîniyên Sûrî’’ destnîşan kir ko rêjîm hêj berdewam e di veşartina kotekî derheqê bêtir ji (1724)kesan di zindan û şaxên ewlehiyê yên corbocor de, ji wan şaxê 108 yê jinan.
Komê dîdevaniya jineke filestînî ya girtî derbarê kirdeyên endamên ewlekariya rêjîmê û tiştê bi serê jinên girtî tînin, bi kehrebekirinê, lêdana bi kabil û şivên hesinî, zorbaziya sêksî ko rojane bêtir ji 10 caran ji hêla Efser û leşkerên zindanê bi wan dihat kirin.
Raporta komê anî ziman ko hêzên ewlehiya rêjîmê kaxezên qurbaniyan radestî mirovên wan kirine, lê ew kes newêrin bêjin, her weha hin dîdevanên derketine dibêjin ko penaberên filestînî li zindanan jiyana xwe jidest dane, lê nav negotine.
‘’Koma Kar Ji bo Filestîniyên Sûrî’’ di raporteke xwe ya berê de diyar kiriye ku bi kêmanî 82 penaberên filestînî bi êşkenceyê sala 2018ê hatine kuştin.
Berê jî komê girtina 1680 penaberên filestînî ji nav wan 106 jin belgeh kirine, di heman çaxê ko rêjîm çarenivîsa wan vedişêre, û bal kişand ser ko hejmara qurbaniyên êşkenceyê sala bûrî zêde bûye.
Tête destnîşan kirin ko hin rewiştên civaka filestînî wek tirsa ji navûdengê malbatê; nehiştine gelek malbat revandin an veşartina keçên xwe aşkere bikin, ev dihêle hejmara belgehkirinê ne hûrbîn be.
Ofêsa Ragehandina ya Hevbendiya Niştimanî