Li Gundewarê Idlib û Hemayê bi dehan kes şehîd ketin û birîndar bûne bi sedema topbaran û bombebarana mûşekan ji hêla hêzên rêjîma Esed ve, di heman çaxî de rêkxistina tendiristiya cîhanî ragehandiye ko bêtir ji 200hezar kesî li başûrê welat heye pêdiviya wan bi alîkariya lezgîn heye piştî ko rêjîmê herêm daye ber operasiyoneke leşkerî.
Çalakvanan gotin ku gundewarê Idlibê ketiye ber topbaran û bombebarana mûşekan ji hêla hêzên Esed ve, bi taybetî bajarê Seraqib û Cisir Elşixûr, di encamê de kesek şehîd ket û hinek birîndar bûn.
Her weha roja şembiyê sê sivîl şehîd ketin û hinên din birîndar bûn bi sedema topbarana ji rêbendên rêjîmê li derdora gundê Lehaya li gundewarê Hema yê bakur, çalakvanan ji herêmê gotin ko rêbendên rêjîmê zeviyên çandiniyê yên navbera gundê Lehaya û Elmesasine bombebaran kirin.
Rêkxistina tendiristiya cîhanî di daxuyaniyekê de ko di malpera xwe de belav kiriyegot ku bêtir ji 210hezar kesî ji parêzgeha Dera pêdiviya wan bi alîkariyeke bilez heye, destnîşan kir ko karmendên wê nikarin bigihên derbideran, û êdî metirsî li ser rewşa wan ya mirovî heye.
Got ku giring e cihên bijîşkî yên ko xizmetên bingehîn bo hewcedaran pêşkêş dikin neyêne armanckirin. Hişyarî da ji bilindbûna germê ko dê bandorê li rewşa derbideran dike ji ber aloziya gihandina ava vexwarinê ya paqij û nebûna xizmetên avrêjina tendiristî, destnîşan kir ko 15 derbider piraniya wan zarok in bi sedema zuhabûnê û nexweşiyên ko bi ava gemarî re tên mirine.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî