Bihezaran derbiderên Idlibê û derdorên wê vegeriyane malên xwe, piştî ko peymana navbera Tirkiyê û Rûsya hate ragehandin, peymana ko Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê dibîne ko ew pêngaveke giring e bo parastina rewanên sivîlan û têkdana bizavên rêjîmê yên ji bo koçkirina niştecihan.
Operasiyona leşkerî ya ko rêjîmê û hevalbendên xwe di dema borî de dijî Idlibê û gundewarê Hemayê pêk anîn, hişt ko bi dehênhezaran xelk ber bi sînorê Tirkiyê ve biçin. Û çalakvanan anîn ziman ko aramiya ko peymanê pêk anî, rê li ber derbideran vekir ko li mal û milkên xwe vegerin.
Çalakvanan diyar kir ko tevgera vegerê bo gundewarê Idlib yê Başûr û gundewarê Hema; ya herî mezin bû , ko di du rojên borî de dora pênchezar kes vegeriyaye.
Acansa rojnamevanî ya Firensî anî ziman ko ji devê yekî penaber yê bi navê Ebû Adil guhastiye, ko ew daxwaza garantiyan bo vegerê dikin, û binpêkirin çênebin, û sivîl neyêne bombebarankirin. Her weha Murhef Elcedû’ got: ‘’Em naxwazin carin din koçber bibin, derbiderî û rûniştina li bin çandiran bes e. Em dixwazin li malên xwe vegerin û zarokên me biçin dibistanên xwe.‘’
Hevrêzkarê karûbarê mirovînî û yê geşepêdanê yê Netewên yekgirtî bo Sûriyê Elî Elzaterî, xweşhaliya xwe bi peymanê da û hêvî kir ko peyman rê bide derbasbûna alîkariyên mirovî, û nema xwîna Sûriyan birije.
Hevbendiya niştimanî gotiye ko ev peyman encama xweragiriya miletê Sûrî di rûyê gef û zordariyan de ye, û tekez kir ko ewê jidil û bi erênî serederiyê pê re bike. Û spasiyên xwe bo Tirkiyê ya ko operasiyon rawestand û plangerî têk birin û nehişt herêm û sivîl têkevin metirsiyê de pêşkêş kirin.
Jêder: Ofêsa ragehandinê ya hevbendiya niştimanî