Êrîşên firokên cengî yên hevpeymana rêjîma Esed û Rûsya ko du bajar û gundek li parêzgeha Idlib amanc kirine, duhî sêşembê 11 sivîl şehîd ketine, û bêtir ji 15 kesan birîndar bûne.
Çalakvanên xwecihî ragehandin ko li gundê Meer Şorîn 9 kes şehîd ketine û 15 birîndar bûne, ji encama sê êrîşên asmanî yên firokên cengê yên rêjîma Esed yên ko taxên niştecihan armanc kirine, û wêraniyeke mezin ya mal û dikanan çêbûye.
Li ser rêka navdewletî ya li ber bajarokê Sebhan li herêma Meeret Elnûman li gundewarê Idlib bi sedema du êrîşên asmanî yên firokên cengî du zilam şehîd ketine.
Çalakvanan gotin ko firokên cengê bajarê Cisir Elşixûr yê bi ser bajarê Idlib ve amanc kirine, di encamê de 5 sivîl birîndar bûne, her weha du sivîl, yek ji wan zarok e, li gundê Elsalihiyê rojhelatê Hîş bi sedema êrîşan birîndar bûne.
Her weha du zilam li bajarokê Eltimania yê bi ser herêma Meeret Elnuman li parêzgeha Idlib bi sedema sê êrîşên asmanî ko zeviyên bajarok amanc kirine du zilam û du jin birîndar bûne, û li bajarokê Kefer Iweyid li heman herêmê bi topbaranên ko bajarok amanc kirine.
Firokên cengî yên hevpeymana rêjîmê û Rûsya 21 êrîşên asmanî ko bajarokê Circinaz û Hentûtîn û Dêr Sinbil û Eyn Elbaride û Eştebreq û Kefer Sicne û Mûqa amanc kirine, lê tu nûçe li ser kuştî û birîndaran nîn in, tenê ziyanên wêraniyê hene.
Hêzên rêjîmê û Rûsya operasiyoneke asmanî ya tund dane ser herêmên kêmkirina şerî li bakurê Sûriyê, ko bû sedema kuştin û birîndarbûna bi sedên sivîlan û bi sedhezaran derbider bûne û jêrxan bi taybetî nexweşxane û dibistan wêran bûne.
Emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî Entonyo Gotrîs bi tundî êrîşên asmanî li ser herêmên niştecihan û navendên bazaran û navendên bijîşkî û xizmetkariyê şermezar kirin, û destnîşan kir ko giring e sivîl û jêrxan û bargehên bijîşkî bêne parastin, û got ko yên binpêkirinên metirsîdar kirine, li gor yasaya navdewletî û ya navdewletiya mirovî bêne sizakirin.
Her weha Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê tekez kir ko êrîşên rêjîma Esed yên leşkerî yên ko sivîlan amanc dikin kirdeyeke tawankarî ye, û daxwaz ji civaka navdewletî kir ko bi lez tevbigere ji bo operasiyonên bombebaranê rawestînin û sivîlan biparêzin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî