Bi sedema topbarana ji hêla rêbendên hêzên rêjîmê li ser bajarokên gundewarê Idlib yê başûr û rojhelat; hejmarek sivîl birîndar bûne, û Hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê dibîne ku berdewamiya binpêkirinên rêjîmê û milîtanên Îranî hewildan in ji bo têkbirina peymana Idlibê.
Her weha zarok bi sedema teqîna bombeyeke goşeyî ji pêmayên bombebarana berê ya hêzên rêjîma Esed li ser gundê Sûha li gundewarê rojhelat yê Hemayê birîndar bû.
Hêzên rêjîmê bi mûşekan bajarê Kefer Hemra û Cebeliwêxa li gundewarê bakur û taxa Elraşidîn li gundewarê rojava li bajarê Helebê amanc kirine, lê nûçeyên kuştin an birîndarbûna çi kesan nehatiye.
Hêzên rêjîmê bi topê û bi şeşbera giran derdorê bajarê Morik û Elletamine û gundê Elcenabire û Elbiwêde û Til Elsexer û Elcîsat û derdorê bajarokê Etşan li gundewarê bakur yê Hemayê bombebaran kirine, û nûçeyên kuştin an birîndarkirina çi kesan nehatine.
Di pêvajoya têkbirina sozan digel yên ko ketine ber peymana lihevhatina kotekî, hêzên Esed Silêman Qedah serperetê artêşa azad yê berê, serpereştê leşkerî yê Lîwayê Firqa Felûceya Horan ya li parêzgeha Dera li Şamê girtine, her weha vê dawiyê çend sivîlên ku hatinbûn bajarokê Biqris Tehtanî li gundewarê rojhelat yê parêzgeha Dêra Zorê girtine.
Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji Rûsya kir ko bi erkê xwe rabe beraber van binpêkirinên peyapey û berdewam ji peymana Idlibê re, binpêkirinên çi bi topbaranê be, an bi êrîşên asmanî anjî bi hewildanên derbasbûn û pêşketina bejî be.
Hevbendiya Niştimanî tekeziyê dike li ser giringiya peymana Idlibê û got ku giring e ew bête parastin, û aliyên dabînker nehêlin ew lihevkirin bibe alavek ko bêtir tawankarî bibin û çareseriya siyasî asteng bikin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevnendiya Niştimanî