Bi sedema êrîşên asmanî yên Hevpeymaniya navdewletî li ser herêmên rojhelatê Dêra Zorê, 12 sivîl şehîd ketine û 130 malbat ber bi Badiya Şamiyê ve derbider bûne.
Jêderên xwecihî gotin ko firokên hevpeymaniya navdewletî duh pêncşembê bajarokê Baxûz rojhelatê Dêra Zorê yê di bin kontrola Daiş de ye bombebaran kirine, di encamê de 12 sivîl, sê jin nava wan de hene, şehîd ketine.
Ji aliyekî din ve ji bajarê Elşe’fe û gundê Elkemşe û Elbeq’an rojhelatê Dêra Zorê, dora 130 malbatan ber bi Badiya Şamê ve derbider bûne, ji tirsa operasiyonên bombebarana tund û texmînên ku êrîşên leşkerî yên milîtanên QSD, yên ji hêla hevpeymana navdewletî ve têne piştgirîkirin, li dijî rêkxistina Daiş pêk werin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê gelek caran êrîşên hevpeymaniya navdewletî û milîtanên QSD li dijî sivîlan li herêmên rojhelatê Sûriyê pirotesto kirine, her weha daxwaz kiriye ko bilez ev tawankarî bêne diyarkirin û berpirsên wan bêne sizadan.
Toreya Sûriyê ya mafên mirovan di heyva nîsan û adara borî de şehîdketina 11 sivîlan ji encama bombebarana hevpeymaniya navdewletî li gundên Dêra Zorê û yên Hesekê belgeh kirine, û toreyê ji dawiya sala 2016ê ve zêdebûna komkujiyên ko hevpeymaniya navdewletî û milîtanên Sûriya Dîmuqrat di cenga li dijî Daiş de pêk anîne tomar kirine.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Simart