Hejmara qurbaniyên bi sedema îşkenceyê di nav penaberên Filistînî yên li Sûriyê yên di girtîgehan de gihişt 520 girtiyan, bi piranî ji niştecîhên Şamê ne.
“Girûpa Kar ji bo filistîniyên Sûriyê” diyar kir ku hejmara qurbaniyên Filistînî yên di girtîgehên Esed de her ji sala 2011’an ve gihiştiye 520 kesî, û ji aliyê vê giropê ve kuştina 12 Filistîniyan her ji destpêka tîrmeha îsal ve li kampa “Ela’dûn” li bajarê Humsê di zîndanên Esed de hatiye belge kirin.
Giropê diyar kir ku zêdetir ji 16 hezar û 890 girtiyên Filistînî li girtîgehên Esed jiyana xwe jidest dane, ji ber bikaranîna cureyên cuda yên îşkenceya hata mirinê, û çalakvanên mafên mirovan gotin ku îşkence li ser rêbazeke “mezhebî” li ser destê rejîma Esad û milîsên wê tê kirin.
“Girûpa Kar ji bo filistîniyên Sûriyê” , 26’ê cezeranê, nameyek bi beşdariya 54 rêxistinên mafên mirovan derbarê şehîdên xwe yên bi îşkenceyê di girtîgehên Esed de ji civaka navnetewî re şand, ji bo lêkolînkirina li ser pirsa kesên binçavkirî, û parastina mafên penaberên Filistînê, û dadgehkirina kujerên berpirsên îşkencê di zindanên rêjîmê de.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî