Rêjîma Beşar Elesed di binpêkirinên navdewletî de berdewam e ko taxên niştecihan li herêmên kêmkirina şerî li bakurê Sûriyê amanc dike, di encamê de wêraniyeke mezin li hin bajar û bajarokan pêk anî û bi dehhezaran niştecih derbider bûne.
Binpêkirinên lipeyhev dibin hişt ko nêzîk 123 hezar sivîl ji destpêka sibata bûrî û dora 200 hezar sivîl di pênc heyvên dawî de piraniya wan ji bajarê Xan Şêxûn û bajarokên Elteh, Circinaz û Eltimani’a ko hemû ji herêmên kêmkirina şerî ne, derbider bûne.
Bombebarana hêzên rêjîmê û milîtanên îranî li ser herêma kêmkirina şerî bû sedema kuştina 166 sivîlan û 470ên din birîndar bûne, ji destpêka vê salê de êrîşên hêzên rêjîmê û milîtanên mezhebperest li ser herêma kêmkirina şerî bêtir bûne, û ew tê wateya ko peymana Sotşî binpê kirine.
Derbider pir zehmetkêşiyê dibînin bi sedema ko pêdiviyên bingehîn wek xwarin û heyberên paqijkirinê û yên din nîn in, ko ew palê didin ser rêkxistinên hawarhatinê, lê bersivdana wan rêkxistinan pir kêm e, çimkî hejmara derbideran pir mezin e.
Derbiderên ko ber bi sînorê Sûriya-Tirkiyê reviyane di rewşeke pir aloz de dijîn, û rewşa hinekan gihaye ko nikarin xwarinê ji zarokên xwe re dabîn bikin û hin jî li çolan bicih bûne û pêdiviyên bingehîn jî nîn in .
Parêzgeha Idlib û gundewarê Hema yê bakur û gundewarê Helebê yê rojava, herêma kêmkirina şerî ne, li gora peymana ko Tirkiyê û Rûsya di eylûla 2017ê de li Nûr Siltan li paytexta Kazixistanê imze kirine, û peymana Sûtşî ya ko Tirkiyê û Rûsya di 2018ê de imze kirine, bi amanca Ko agirbest li Idlibê cîbicî bibe.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî/ Anadol