Li gor hin raportên hatine li ser rewşa mirovî li deverên kêmkirina zêdegaviyan li bakurê Sûriyê, ku bi sedan welatiyên sivîl hatine kuştin û bi hezaran kesên din hatine koçberkirin ji ber kampanya leşkerî ya hêzên rejîmê û Rûsya, di demekê de ku Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Mosko bi berpirsyar di ber tawanên têne pêkanîn dîtibû, û gotibû: rejîm “newêre” biryara vê yekê bide.
“Tîma Kordînatorên Bersivdanê”, duh li roja duşemê di raporteke xwe de gotiye ku kampanya leşkerî ya Rûsya û hêzên rejîmê û topbaranana giran li ser bajar û bajarokên bakurê Sûriyê, bûye sedema koçberbûna zêdetir ji nîv milyon kesî.
Raporta navbûrî diyar kiriye ku 551 877 kes ji bajar û bajarok û gundên Hema, İdlib û Helebê, di 19 hefteyan de her ji destpêkirina kampanya leşkerî de koçber bûne, û bal kişandiye ku 769 kesên sivîl hatine kuştin ji encama bombebaranê, di nav de 221 zarok, û bang li civaka navnetewî û rêxistinên navnetewî kir ji bo hilgirtina berpirsiyariya xwe li hemberî sivîlan.
Û raportê berdewamiya şer û karên leşkerî yên hêzên rejîmê û Rûsya li dijî sivîlan li Idlib û navçeyên derdora parêzgehê şermezar kiriye, û ew yek bi armanca valakirina herêma kêmkirina zêdegaviyan ji sivîlan daye zanîn, û bang li civaka navnetewî û rêxistinên navnetewî kiriye ji bo bi berpirsiyariya xwe rabin li hemberî kesên sivîl li parêzgeha Idlibê.
Tîma kordînatoran di daxuyaniya xwe de, bang li rêxistinên xêrxwazî û desteyên mirovî kiriye ku hewldanên xwe zêdetir bikin ji bo alîkariya awarte ji bo kesên koçber ên zerermend ji ber kampanya leşkerî ya dawiyê ya hêzên rejîmê û Rûsya li ser herêmê, û bang da nûnerê nû yê Netewên Yekbûyî ji bo Sûriyê, “Pedersen Gear” , ji bo mizaxtina hewlên cidî ji bo rawestandina êrîşên li ser welatiyên sivîl li parêzgeha Idlibê, ne tenê guh bide daxwazên rejîmê û Rûsyayê.
Serokê Hevbendiya Niştimanî, Abdul Rahman Mistefa, duh ragihand ku armancên operasyonên leşkerî yên dawî “hatine xuyakirin, û rola Rûsya zelaltir bû piştî bombebarana xalên zêrevaniyê yên Tirkiyê”, û bal kişand ku bombebarana wan xalan hewldanên ji bo pêkanîna fişaran li ser Ankarayê dupat dike, ji bo têkşikandina peymana Idlibê, ya ji bo rêxweşkirina pêkanîna agirbesteke sertaserî li tevaya Sûriyê û destpêkirina pêvajoyeke siyasî ya rasteqîne di bin sîwana Netewên Yekbûyî de.
Wî bal kişand ku rola rejîma Esed di êrîşên leşkerî yên dawî de, tenê “rolek cîbicîkar e”, û got ku ev kampanya leşkarî hatiye bi armanca têkdana asayîş û aramiya çar milyon welatiyên sivîl yên niha li sînorê Tirkiyeyê dijîn.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî