Xelkê Xan Şêxûn gazindan ji kêmbûna dibistanan ji bo vê sale dikin, bi sedema ku bêtir ji 50% ji dibistanên parêzgeha Idlibê wêran bûne.
Birêveberê nivîsgeha fêrkirinê ya Encûmena xwecihî ya bajêr, Mihemed Elyûsif, ji acansa Simart re got ku heşt dibistan bi bombebarana hêzên Esed û firokên Rûsyayê bi yekcarî hatine wêrankirin, û şeş dibistan ji ber bombebaranê ji destpêka şoreşa Sûrî ve 2011ê parek ji wan wêran bûye.
Elyûsif got ku Encûmen nikare mesrefa amadekirina wan dibistanan bide çimkî her yekê ji wan dora 10hezar dolarên Emerîkî lê diçe.
Elyûsif tekez kir ko hejmara xwendekaran bêtir ji hefthezarî ye û li ser dibistanên wêrankirî belavkirî ne, û destnîşan kir ko 200 mamosteyî ji tîmên fêrkirinê bi sedema ne amadebûna dibistanan dest ji karê xwe berdane.
Bajar û bajarokên parêzgeha Idlibê ji hêla firokên cengî yên rêjîma Esed û Rûsya ve hatine amanckirin, û di encamê de bi sedan kuştî û birîndar ji sivîlan ketine, hem jî navendên xizmetgozariyê û yên bijîşkî û fêrkirinê li parêzgehê wêran bûne.
Bajarê Xan Şêxûn di 4 nîsana sala borî de, bû armanca êrîşeke kîmawî ji hêla firokên cengê yên rêjîma Esed û bi dehên sivîlan ku piraniya wan zarok û jin bûn hatin kuştin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî