Êrîşên firokên Rûsî duh duşembê bûn sedema ko navendeke çareserkirina lezgîn li gundê Qesir Bin Werdan rojhilatê Hemayê ji xizmetê derkeve, piştî ko firokên Rûsî ew yekser amanc kirine.
Serokê navenda çareserkirina lezgîn ji acansa Simart re got ko firokên Rûsî avahiya navenda (Sîma) ya çareserkirina lezgîn li gundê bi ser navçeya Elhemra li Hemayê bi mûşekên hejhejînok bombebaran kir, di encamê de ziyan lê bû û ji xizmetê derket.
Serokê navendê diyar kir ko bombebaranê avahî bi tekûzî wêran kir hem jî alav û turumbêlên çareserkirina lezgîn û motorê kehrebê têk çûn, bê ko tu ziyan li kadiran bibe, û destnîşan kir ko navend xizmetên çareserkirina lezgîn ji niştecihên 100 gundî re ji sala 2013ê ve li herêmê pêşkêş dike.
Berê jî bombebarana firokên Rûsî navenda dana kehrebê ya gundê Sirûc roja 7 vê mehê li Hemayê ji xizmetê derxistibû, her weha çekên asmanî yên Rûsî duh kuştarek mezin li bajarê Etarib rojavayê Helebê bi sê êrîşan bi mûşekên valahiyê pêk anîbûn ko taxên niştecihan amanc kiribûn û bi dehan kes têde çûn û wêranî li herêmê çêkir.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî