Çalekvanin bajarê Kobanê ragihandin ku Partiya Yekîtiya Demoqrat PYDê bawerya wê bi karê hevbeş nayê, û bi bêrêzgirtin serederiyê bi tevegera Kurdî re dike, û gotina diyaloga kurdî-kurdî ji bo piropogendayê û berjewendiyên xwe bi kar tîne.
Xelîl Mistefa endamê Xwecihiya Kobanê ya Encumana Niştimanî ya Kurdî ji malpera me re ragihand ku PYDê rolek xirab lîst ji despêka xwe de li hindir Sûriyê, û ragihandina diyaloga kurdî ji bo xapandina raya giştî ye.
Her wiha Mistefa bal kişand ku PYDê ta niha rê nade partiyên Encumana Kurdî da ofîsên xwe li hirêmên Kurî li Sûriyê vekin, tevî ku PYDê di ragihandê de rê daye.
Mistefa Tekez kir ku PYDê ta niha jî di dijatiya partiyên Encumana Niştimanî de berdewam e, û helwesta xwe ne guhartiye .
Mistefa aşkere kir ku PYDê biryara şer û aştiyê xistê destê xwe, û çarnûsa pêşeroja herêmên kurdî ne diyar e.
Ji aliyê xwe ve ,çalakvan Azad Derwîş, ji xelkên Kobanê ye, ji malpra me re ragihand ku PYDê herêmên me kirine cihên şer û pevçûnê bi hemû aliyan re, û dever vala kirine.
Derwîş da zanîn ku PYDê xûna Kurdan kiriye cihê kirîn û firotanê, û bi hezaran xort kirin qorban ji bo berjewendiyên xwe, û got: ne dûre rêjîma Esed careke din vegere hemû deverên Kurdî.
Derwîş bal kişan ku PYDê gotina diyaloga kurdî tîne ziman ji ber helwesta wê pir qels bûye, bi sedema siyasetên wê yên çewt û şaş.
Di dawiya gotina xwe de Derwîş got ku xelk ji siyasetên PYDê bi tirs in, û baweriya wan pê nayê, û pêşeroja herêmên Kurdî ne zelale.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Sûrî