Çalakvanên mafên mirovan daxwaza sizakirina Esed û karbidestên wî kirin, bi boneya heftemîn salvegera komkujiya “Wadî Bidmaya” ya hatibû pêkanîn li ser destê hêzên rejîmê li nêzîkî bajarokê “kefiroweyid” li gundewarê Idlibê di roja 20 çilê pêşî di sala 2011’an de, ku bi dehan serbazên ji rêjîmê cuda bibûn û çalakvanên bizava şoregerî di devera “Wadî Bidmaya” de ji aliyê hêzên Esed hatibûn dorpêçkirin û bi giranî hatin topbarankirin û têde bi tevayî hatin kuştin.
Û çalakvanekî ji mediya xwecihî re ragihand ku ev dîrok “karvedanek wê heye li ser derûna serhildêrên Idlibê li Çiyayê Elzawiyê li ser pêvajoya xebata wan li dijî hêzên Esed” û bal kişand ser ku ew bû fakterek ji bo derxistina hêzên rejîmê û rizgarkirina deverê ji zorkarî û zilmê.
Herwiha duhî di roja înê de bi dehan ji gundê “Kefiroweid” derketin xwepêşandanan ji bo bibîranîna komkujiyê û tawanên rejîmê li dijî gelê Sûriyê, û çalakvanekî din jî got ku bibîranîna van komkujiyan pêwîst e, ji bo aşkerekirina kiryarên rejîmê yên ku welat wêran kirin bi vî şêweyê niha û got “Em duberkirina desthilatdariya rejîma Esed red dikin û daxwaza dadgehkirina wî dikin”.
Ji aliyê xwepêşanderan ve alên şoreşa Sûriyê û pankartên li ser wan nivîsandî “Şehîdên me em li ser soza xwe ne û li ser riya serkeftin û şehîdbûnê ne” û “Silav ji azadîxwazên Kfiroweid bo gelê Sûdan ê azad ” û “em li ser sozê dimînin û li ser riyê berdewam in” hatin bilindkirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê