Duhî roja çarşemê li bajarê Afrînê, ji aliyê hin çalakvanan û xizm û malbatên efserên artêşa azad yên revandî, mangirtinek lidar ket ji bo zanîna çarenivîsa efserên ji 5 salan ve bi destê milîsên PYDê hatine revandin.
Çalakvanan bal kişand ser ku ew efserên ji aliyê PYDê ve hatine revandin, bingeha damezrandina artêşeke niştimanî ya azad bûn, ji bo bergiriyê di ber welat de bikin dijî stema rijêma Esed û milîsên terorîst yên Îranê yên hevalbendên wê.
Û çalakvanan û malbatên efseran daxwaza bizavan ji saziyên navdewketî û artêşa azad û dezgehên mafnasî û yasayî kirin, ji bo eşkerekirina çarenivîsa efserên ji aliyê milîsên PYDê revandî.
Tê zanîn ku hejmarek ji efserên cudabûyî di nav wan de hene, yên ligor daxuyaniya wan, sala 2011’an biryara cudabûnê ji rijêma Esed standin ji bo tevlîbûna li nav rêzên şoreşa rûmet û azadayê, ji bo parastina sivîlan ji kiryarên kuştinê yên Rijêm li dijî rikberên xwe dike.
Herwiha di daxuyaniya wan de soza rûxandina rijêma deshilatdar bi sercem dam û dezgehên wê ve hatiye dan, her weha pabendbûna bi damezrandina artêşeke niştimanî ya pabend bi parastina dewletê û avakirina dewleteke medenî ya demokrat û federal li ser binyatê yeksaniyê û cudakirina deshilatan û parvekirina deshilatê û serweriya yasayê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî