Çalakvanên sûrî û karmendên karûbarên mirovî li deverên rizgarkirî, hişyarî dan ji encamên xerab yên rawestandina çalakiyên xêrxwazî ji aliyê rêxistinên alîkariyê yên mirovî li gundewarên Hema û Idlibê, ji ber êrîşen leşkerî yên hêzên rejîma Esad û Rûsya.
Ev hişyardarî vê dawiyê hat, piştî ku ji aliyê nêzîkî 15 rêxistinên xêrxwazî, di nav wan de Bernameya Xwarinê ya Netewên Yekbûyî (WFP), alîkarî hatin rawestandin ji ber ziyanên gihiştine navendên wan, herwiha ku hin rêxistinên din karê xwe bicarekî rawestandin ji bo parastina karmendên xwe.
Di daxuyaniyê de ji bo sayita “Arabic 21”, berpirsekî xêrxwazî yê NY li Idlibê, Amerîka bi bêdengiya ligel Rûsyayê tohmetbar kir, û bi pêkanîna fişaran li ser welatiyan bi rêya rawestandina alîkariyan ji bo deverên bakurê Sûriyeyê.
Wî diyar kir ku pêwîst bû rêxistin alîkariyên xwe di van demên xerab de zêdetir bikin, ji ber zêdebûna bi hezaran derbideran, û bal kişand ku niha tirs ji rawestandina karê rêxistinên biçûk yên çalak li deverên qerebxlix heye, ji ber gefa rawestandina piştgiriyê ji wan re.
Û bal kişand ser ku rêxistinên hîn berdewam in di pêşkêşkirina alîkariyan de, ew ji stokên xwe didin, û got ku “nêzîk ew stok wê xilas bibin, û ev yek wê jiyana hejmareke mezin ji kesên derbider bêxe di metirsiyên mezin de”.
Rêveberê “Komeleya Sûrî ya mafên penaberan”, Muder Hemad al-Asa’ed, rawestandina rêxistinan ji pêşkêşkirina alîkariyan re ji bo bakurê Sûriyê, bi berdewamiyek ji siyaseta dorpêçkirina li ser xelkê deverên rizgarkirî dît, û pirsyar kir: “Heger alîkarî di van mercên dijwar de hatin rawestandin, dê paşî hewcedarî bi wan nebe?”.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê hişyarî da ji encamên xerab ên rawestandina karê rêxistinên mirovahî li deverên rizgarkirî, û civaka navnetewî berpirsyar dît di ber peydabûna bobileteke mirovî di dema rawestandina karên xêrxwazî ji ber berdewamiya bombebarana rejîmê û Rûsyayê.
Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP), rawestandina pêşkêşkirina alîkariyan ji bo nêxîkî 47 hezar kesî li gund û bajarokên başûr û rojavayê Idlib ji ber bombebaranê ragihandibû, û diyar kiribû ku hin hevkarên bernameyê bi neçarî reviyan û hin jî birîndar bûn.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî