Çalkvanên bajarê Efrînê tekez kirin ku çekdarên rêjîma Esed xelkên Efrînê ên ku dixwezin derbasî bajarê Helebê bibin vedgerînin kampên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYDê.
Çalakvan Ezîz Birîmo ji malpera me re ragihand ku çekdarên rêjîma Esed xelkên Efrînê ên ku dixwezin bi dizî derbasî bajarê Helebê bibin binçav dikin, û vedgerînin kampên PYDê yên li bajarê Til Rifet û Fafîn.
Birîmo da zanîn ku bi dehan welatiyên ji Efrînê girtin û şandin kampên PYDê û got: “di navbera çekdarên PYDê û rêjîma Esed de li hevkirinek heye ku xelkê Efrînê li kampan bi cih bikin“.
Her wiha Birîmo diyar kir ku PYDê bi hezaran malbat li kampan belav kirine, û rê nadin wan ku vegerin ser mal û milkên xwe li Efrînê û got: “bi sedan malbat ji kampên PYDê di riya qaçaxciyan ji ber rewşa dijwar û xiriab dirivin, û ta niha bi dehan jiyana xwe ji dest dane di encama teqîna mayînan de“.
Tê zanîn ku bi hezaran malbat ji xelkên Efrînê di kampên PYDê de li derdora bajarê Helebê de ne.
Jêder: Beşê Kudî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê