Çalakvanin Sûrî dest bi kampaniyeke imzekirinê li ser malpera AVAAZ kirine, daxwazê ji birêveberiya Facebookê dikin ko wêneyên şehîd Ebdilbasit Elsarût ranekin an dîwarên ko li ser binivîsînin qedexe nekin, û dibînin ko ew li dijî pirinsîba azadiya derbirînê ye.
Digel wê yekê kampanyek li ser malpera Facebookê çêbû têde vîdyo û wêneyên qenciya Sarût û sirûdên wî pêşkêş dikin, wek beraberiyekê ji Facebookê re.
Malpera Facebookê bi dehan wêne û kurtevîdyoyên ko çalakvanan li dîwarên xwe belav kirine jê birine.
Kampaniyê tekez kir ko Elsarût: ‘’ji kesên destpêkê bû ko berevaniya azadiya Sûriyê û rûmet û mirovîniya wê kir ‘’, û bal kêşand ser ko Sûrî bi tevayî ‘’ ji milên corbicor yek nerînin ko ew qehremanekî şoreşa wan e û bi sedan li ser nivîsandine.‘’
Daxuyaniya kampanyê rabûna birêveberiya Facebookê bi rakirina gelek ji wan nivîsandinan û hin dîwar girtine pirotesto kir, û gotin ku ev dijî pirinsîba azadiya derbirînê ye.
Daxuyaniyê daxwaz kir ko ‘’ hemû nivîsandinên ko hatine rakirin vegerin, û dîwarên rawestiyayî dîsa aktîv bibin û van kirdeyan bi yekcarî nema bikin, ev kirde dîktatoriyeta ku dijî wê derketine tînin bîra sûriyan , û got ko ew “li gor piransîbên azadiyê û mafên mirovan yên cîhanî ne. ‘’
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî