Çalakvanin Sûrî dest bi kampaniyekê kirine ji bo bi dehhezaran sivîlên Sûrî li kampa Elrikban ya nêzîkî sînorê Urdinê rizgar bikin, kamp ji du hefteyan ve ji hêla rêjîma Esed ve hatiye dorpêçkirin, û heta nuha 14 kes ji nav wan çar zarok mirine.
Beşdarbûyên kampaniyê li ser malpera Tiwîterê li jêr silogana ‘’ Kampa Elrikban rizgar bikin‘’ bang li civaka navdewletî û rêkxistinên navdewletî kir , bo bilez tevbigerin û nêzîk 70hezar sivîlên dorpêçkirî rizgar bikin, ku rêjîmê ew dorpêîkirine û nahêle karwanên alîkariya mirovî û bijîşkî derbas bibin.
Çalakvanan di fîxanên xwe de gotin: ‘’70hezar koçber li kampa Elrikban ya li biyabanê ye li jêr gefa mirinê ne, ji hêlekê ve ji aliyê rêjîmê ve hatiye dorpêçkirin û ji hêleke din ve rêjîmê rêka xwarin û dermanan li ser wan girtiye û navendên bijîşkî yên taybeyt bi Unisef girtine û nahêle nexweş derbasî Urdinê bibin. ‘’
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê daxxwaz kir ko fişar li Esed bête kirin bo dorpêçê rawestîne û bihêle karwanên alîkariyan bê merc derbas bibin.
Û salixê tiştê ku li Kampê çêdibe da ‘’ev pirojeyekî birçîkirinê ye derheqê wan û mirovên wan. ‘’ bal kişand ser ko rewşin hene pêdiviya wan bi guhdana bijîşkî an bi neştergeriya bilez heye.
Birêveberê nexweşgeha kampê Yezin Ilêwî ji acansa Simart re diyar kir ko 14 kes bi sedema neguhdana bijîşkî û kêmbûna heyberên bijîşkî mirine, û diyar bûye ko ji nav miriyan çar zarok û du jin û sê zilam û yên mayî kalemêr in.
Serokê encûmena xwecihî ya kampê Ebû Ehmed Dirbas Elxalidî got: rêjîm ji xelkên kampê dixwaze ko têkevin peymanên lihevhatina kotekî û bi kotekî li herêmên xwe vegerin, û bêtir got ku Netewên yekgirtî ‘’ tiştekî nalivîne ‘’ tev ko xwarin û şîrê zarokan nîn e.
Jêder: ofêsa ragehandinê ya hevbendiya niştimanî