Navenda “Me’eret elnu’man ya medyayî”, amarek derbarê encamên oparesyona leşkerî ya hêzên Rijêmê li ser parêzgeha Idlibê pêşkêş kir, têde dîmenên kiryarên hovane yên bombebarankirina sivîlan û jêrxana bingehîn diyar kirin.
“Navenda Mi’ret elni’man ya medyayî”, duhî infographek belav kiriye û têde wirdekariyên oparesyona leşkerî li ser çend navçeyên bakur, her ji destpêka heyva çilê pêşî ya borî heta 10’ê reşemeha îsal 2018’an dane berçavkirin.
Di “Infograph” de hatiye ku 7 nexweşxane û 9 navendên saxlemiyê û 20 xwendingeh û 5 navendên bergiriya sivîl û 18 mizgeft û 12 xêvet û 6 encûmenên xwecihî di wê navbirê de hatine wêrankirin.
Di heman amarê de hatiye ku navçeyên sivîlan bi 5000 êrîşên esmanî û bi hezar êrîşên bi bermîlên teqîner û bombên deryayî hatine armanckirin, û hejmarek komkujî hatine pêkanîn, û ligor amaran 405 sivîl ji wan 75 zarok û 8 jin hatine kuştin, û tevlî birîndarbûna zêdetir ji 3000 sivîlan.
Navendê gotiye ku 522878 sivîl ji wan 146605 zarok û 101607 jin ji cih û warên xwe koçber bûne.
Tê zanîn ku tora Sûrî ya mafên mirov li heftiya borî gotibû ku 22 komkujî ji aliyê rijêma Esed û hevalbendên wê ve di heyva cileya borî de hatibûn pêkanîn, hevdem ku êrîşên leşkerî li ser piraniya navçeyên Sûriyê ber bi zêdebûnê diçin, li aliyeke din ku komîta lêkolînên navdewletî nîgeraniya xwe li hember zêdebûna tundutîjiyê li parêzgeha Idlibê û Xûta rojhilat anîbû ziman.
Tevî ku zêdetir ji 45 sazî û torên mirovî yên nefermî li Sûriyê li roja pêncşemê daxuyaniyeke hevbeş belav kiribûn ji bo rawestandina bombebarankirina rêbazkirî ya hêzên Rijêmê û hevalbendê wê li ser navendên pizîşkî li Sûriyê, ku ev yek bûye sedema berdewamiya têkçûna rewşa jiyana xelkê sivîl û karmendên biyavê mirovî.
Herwiha ku li ser tora nûçeyên xwecihî ji aliyê çalakvanan ve hatibû gotin ku 15 nexweşxane û navendên saxlemiyê bi yekcarî hatine têkbirin û ji kar ketine bi sedema êrîşên firokên hêzên Esed û Rûsiya li ser Idlibê, û tekez kiribûn ku êdî tu navendên saxlemiyê li parêzgehê peyda nabin ji bo pêşwazîkirina birîndar û nesaxan bi sedema êrîşên rijêma Esed yên bi piştgiriya firokên Rûsiya.
Hevdem ku firokên şer yên Rûsiya û hilîkopterên Rijêmê hêjî bi hovane ji derdora heyv û nîvekê ve berdewam in di bombebarankirina bajar û bajarokên parêzgeha Idlibê, ku têde bi dehan sivîl hatin kuştin û bi sedan birîndar bûne, tevlî çêbûna ziyanên mezin di jêrxana bingehîn û navendên bajêrvaniyê û ên zindî li parêzgehê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî