Li ser malperên medya civakî daxwaza rawestana nerazîbûnê ji nişteciyên parêzgeha Elsiwêda, îro çarşemê, dijî rewşa aborî ya xerab ji aliyê çalakvanan ve hate belavkirin, ji ber rewşa aborî ya pîs ku parêzgeh tê de dijî, piştî daketina nirxê pereyên Sûrî li hember dolarê Emrîkî.
Û tora Elsiwêda24 anî ziman ku wê ew daxwazên rawestanê yên ku welatiyên parêzgehê belev kirine, bo derketina meydana Elseyr ya li orta bajêr şopandin, ya ku di bin durişma “ Em Dixwazin Bijîn” îro roja çarşemê, ji bo diyarkirina nerzîbûna xwe ji rewşa aborî ya kambax.
Herwaha daxwazin mîna wê bo helmeta rawestandina kirîna hemû madeyên xwarinê kirin, ji bilî nan, ji roja şemiya bê de 18/01/2020 , û ta maweya heftiyekê pabendî bi helmetê bibe , wek derbirîna nekarîna darayî ya welatiyan û nerazîbûna wan ji rewşa aborî ya xerab.
Û ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, di daxiyaniyeke xwe de tekez kir ku rêjîma Esed berpisyara rewşa aborî ya xerab li welêt e, piştî ku pereyên benkaya navendî li dijî gelê Sûriyê bikar anîn.
Û Hevbendiyê tekez kir ku ti rê ji bo derketina ji aloziyên aborî yên welêt û kirîz û karesatên ku rêjîmê anîne serê Sûriyê nînin, ji bilî bi çareseriya siyasî, yaku aramî û hêminîyê vegerîne xaka welêt, û veguhastina sîyasî bi temamî li gorî biryara 2254 ya ku welêt bighîne demoqrasiya rasteqîn, û azadî û dadwerî û rûmetdariyê misoger bike.
Û ev daxwazên bo birêxistina rawestanên nerazîbûnê ji encama rewşa aborî ya xerab û bilindbûna nirxê keresteyên xwarinê li seranserê welêt, heweha dijî daxwiyaniyên nerast ên ji aliyê berpisyarên rêjîma Esed yên ku bê fedî tekez dikin ku rewş baş e, hatin.
Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî