Çalakvanên sûrî li ser malperên enternêtê rijêma Esed û milîsên Îranê bi şewtandina cihên bazirganî li barzara Hal ya kevin a li şeqama Elsewra di nîva Şamê de tometbar kirin, ku li şeveqa duhî 15 dikan li bazara Hal hatin şewtandin û 3 kes têde hatin kuştin û deh kesên din ku malên wan li nêzîk dikanên şewitî bûn bi şewatê birîndar bûne.
Çalakvanan bal kişandin ku ev diwem cara e ev şewat li heyamê kêmtir ji heftiyekê tê pêkanîn, û gotin ku ev zincîra şewtandinê dibe ji ber ku rijêma Esed dixwaze destê xwe deyne ser Şama kevin û wê ji bazirganên Şamê vala bike.
Çalakvanan aliyên ser bi Rijêmê û milîsên Îranê bi van şewtandinan tometbar kirin, û amaje kirin ku piraniya şewatan li Şama kevin û di heman demê anku li şeveqê dibin.
Li aliyekî din ku milîsên Îranê û hêzên Esed bi kiryarên koçberkirina neçarî û guhertina demografî li Şama paytex û derdora wê radibin, bi rêka kirîna cihên bazirganî û avahiyên xelkê bi devê tivingê û bi rêka encamdana oparesyonên leşkerî dijî wan navçeyan û dorpêçkirin û birçîkirina nişteciyan wek heman rûdanên li navçeya Wadî Bereda û berî wê li Dareya û Qudseya û li çendîn bajarokên gundewarê Şamê hatine encamdan.
Û dubarekirina van şewtandinan baweriyek li rex xelkê Şamê peyda kiriye ku sercem şewtandin bi dest têne pêkanîn, bi sedema redkirina bazirganan ji firotina dikanên xwe ji îraniyan re, ku Îranê hewl dide bo valekirina taxên nêzîkî tirbên şî’e û mizgefta Omewî wek taxên Elemîn û Elcûra û Elu’mara, ku tirba xanim Ruqiyê li taxa Elu’mara dimîne, ku li van deh salên dawiyê ev goristan ji aliyê Îranê hate nûjenkirin û berferehkirin bi armanca ku bibe mezargeh bo şî’eyên Îranê.
Herwekî li pêşiyê hatiye gotin, ev duwem şewtandin e li heyamê çend rojên nêzîk rûdidin, ku berî çend rojan agir li derdora kelha Şamê li dawiya şeqama Fêsel li nêzîk bazara Menaxiliyê û bazara Hal ya kevin hil bû, û bû sedema zerer û ziyaneke madî ya mezin û têde çend dikan hatin şewtandin.
Û li demeke pêştir bazargehên Şama kevin yên xudan giringiyek taybet çend caran hatine şewtandin, wek şewata 2 reşmeha 2017 li navçeya Elqenewat, û şewata bazara “Ele’srûnê” li roja 24 nîsana 2016 an, ku têde 70 cihên bazirganî hatin şewtandin, û herwiha şewata bazara Elhimêdiyê li 02.12.2016 ku têde 13 dikan şewitîn.
Hêjayê gotinê ye ku Navenda Sûrî ya lêkolînên yasayî li cehzerana îsal û di raportekê de gotibû ku siyaseta koçberkirina neçarî û guhertina demografîk ya tête pêrewkirin ji aliyê hêzên rijêma Esed û hevalbend û milîsên wê, gefan li tevna komelayetî û nasnameya niştimanî li Sûriyê dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî