Çalakvanên xwecihî ji hindur Xûta rojhilat hawar û bangewaziyên bilez dan ji bo rawestandina oparesyona bombebarana hovane ya bi çekên qedexekirî dibe ji aliyê hêzên Rijêmê û firokên Rûsî li ser bajarokên Hemoriyê û Seqba û Cisrên ji duhî şeva çarşemê û heta îro roja pêncşemê.
Dezgehên ragihandina xwecihî got ku bi dehên sivîlan şehîd ketin bi sedema bombebarankirina bajarokê Hemoriyê û Seqba ligel nûçeyên hewlên hêzên Esed bo derbasbûna li nav bajarê Hemoriyê ji çend aliyan ve.
Çalakvanên Xûta rojhilat bal kişandin ku siyaseta “qada şewitî” ji aliyê firokên Rûsiya dibe û diyar kirin ku oparesyonên bombebaranê bêjimar û neçavrênekirî ne, û bi piranî li ser bajarokê Hemoriyê û Seqba û Cisrên dibin.
Çalakvanên Xûta rojhilat hişyarî dan li ser pêkanîna komkujiyan ji aliyê Rijêmê û milîsên Îranê li dijî dorpêçkiriyên di asêgehan de.
Herwiha hêzên Rijêmê êrîşên xwe yên bi bermîlên teqîner ên bi gaza kilora jehrî barkirî, li ser bajarokê Hemoriyê de avêtin ku bûye sedema peydabûna gelek doxên bihinçikandinê li nav sivîlan.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya