Çalakvanin Filestînî bang li deste û dezgehên navdewletî yên mirovî yên ko guhdana wan li berevaniya mafên mirovan heye û beşên parastinê yê bi ser Onriwa li Beyrûtê kirin, ji bo bilez tevbigerin tako penaberên Filestînî yên li Libnanê venegerînin Sûriyê.
Çalakvanan di banga xwe de ya ko li ser mîdya civakî belav kiribûn, gotin ku ev karên dibin dê malbatên filestînî yên li Libnanê penaber in wêran bikin, û pir metirsî li ser jiyana wan heye eger vegerin.
Çalakvan dibînin ku ragehandina rawêjakara wezîra derve û koçberan ya Libnanî Ola Bitris derbarê ko wan hevrêzkarî digel alayên filestînî kiriye bo penaberan li Sûriyê vegerînîn; pêngaveke metirsîdar e.
Komele û rêkxistinên hawarhatinê û acansa Elxos Elonra nikarin hemû xizmetên mirovî pêşkêş bikin, û parastina yasayî bo penaberên filestînî yên Sûrî li Libnanê bikin, û wê hişt ko hinek bilez vegerin tev ko metirsî jî hebûn û kamp ne amade bûn, û hinan baştir dîtin ko li kelekên mirinê siwar bibin û ji Libnanê derkevin.
Koma kar ji bo filestîniyên Sûrî di raporta xwe ya dawî de, nîveka vê heyvê, diyar kir ko 563 penaberên filestînî bi kêmanî bi êşkenceyê di girtîgehên rêjîma Esed de hatine kuştin.
Komê girtina 1680 penaberên filestînî ji nav wan 106 jin belgeh kirine, kom texmîn dike nekêmî 1712 girtiyên filestînî di zindanên rêjîma Esed de hene û hêj çarenivîs û cihê girtina wan nediyar e.
Tête destnîşankirin ko berên filestînî yên nêzîkî rêjîma Esed in, dixwazin penaberên filestînî ji Libnanê vegerînin Sûriyê, bi hemahengiya li gel aliyên Libnanî yên piştgirên rêjîmê, tev ko kampa Dera û ya Elyermûk wêrankirî ne, hem jî tirs heye ko bi sedan xortên filestînî yên bo leşkeriya neçar xwestîne an ji dezgehên ewlehiya rêjîmê re daxwazkirî ne bêne girtin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî