Careke din û bi dirêjahiya çend rojên borî bajar û gundên Idlibê ji aliyê firokên Rûsiya û Rijêmê ve bi tundî hatin bombebarankirin, û taxên sivîlan û navendên pizîşkî û xizmetgozarî û bergiriya sivîl hatin armanckirin.
Di heyamê çar rojên borî de, li gor axaftina çelakvanan, bi sedema êrîşên Rûsiya li ser zêdetir ji 13 gund û bajarokên gundewarê Idlibê, zêdetir ji 35 şehîdan ketine, 10 zarok û jin di nav wan de hene.
Çalakvanan diyar kir ku zêdetir ji 75 êrîşên esmanî pirên wan li ser nexweşxane û xalên pizîşkî li gundewarê Idlibê ji aliyê firokên Rijêmê û Rûsiya hatin pêkanîn, û ev yek bû sedema jikarketina hejmarek ji wan navendan û gihiştina ziyanan bi hin navendên din, ku “nexweşxaneya Elrehmê” û “nexweşxaneya Orînet” û “nexweşxaneya Eltewlîd” û “nexweşxaneya Tilmins” û “nexweşxaneya Has” û tevlî navenda kefrnibil ya neştergeriyê û bargeha hawarhatina saxlemiyê li bajarokê Mi’rzêta hatin bombebarankirin.
Û çalakvanan got ku ne tenê navçeyên sivîlan û navendên bijîşkî li gundewarê Idlibê hatin bombebarankirin, herwiha navendên zindî wek navendên xizmetgozariyê û xwendingehan jî hatin bombebarankirin, ji wan navenda bergiriya sivîl li Xanşîxon û êzgeha eletrîkê li bajarokê Keferî’n û bargeha bergiriya sivîl li bajarê kefernibil û xwendingeha Nehwî ya penaberên bajarokê Elhibêt li gundewarê Idlibê.
Hin mediyakaran ji bajarokên “kinsefrê” û “Eltiman’ê” tekez kirin ku hin navçeyên başûrê Idlibê ji aliyê hêzên deriyayî yên Rûsiya bi mûşekên balîstîk ji bilindahiyek nêzîk hatin bombebarankirin, û li aliyekî din wezareta bergirya Rûsiya duhî roja înê di daxuyaniyekê de ev zaniyarî piştrast kirin û got ku hin navçeyên gundewarê Idlibê bi mûşekên “Kalîber Yên Bi Bask” ji aliyê gemiya şer “fîlîkî nofxorod” ya ser bi hêzên deriyayî li nav derya reş ku niha li nav derya sipî ye hatin bombebarankirin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê