Çalkvanên bajarê Efrînê ragihandin ku çarenûsa girtiyên alîgir ji Encumana Niştimanî ya Kurdî re di zîndanên Partiya Yekîtiya Dîmoqeat PYD ê de ne diyar e û metirsî hene ku wan radestî rêjîma Esed bikin.
Çalakvan Mihemed Hesen, nişteciyê Efrînê ye, ji malpera me re ragihand ku metirsî hene PYD ê girtiyên Encumana Niştimanî , û di serê wan de Ebdulrehman Apo radestî rêjîma Esed bike, an jî wan tune bikin di bin navê ku şer li Efrînê heye .
Hesen got: girtiyên ENKS ê hinek ji wan ev 5 salin di zîndanê PYDê de ne, û bê ku ti sûcên wan hebe di cefayên mezin de dijîn, û nîşan da ku Ehmed Seydo ji 9-10-2013 de, Idrîs Elo ji 8-11-2013 de,Ebdulrehman Apo ji 12-7-2017 de hatine girtin, û hin girtiyên din jî hene.
Hesen bal kişand ku PYDê bi mejiyê xwe yê tekrew tu kesî qebûl nake, û biryara şer û aştiyê li herêmên Kurdî li Sûriyê bi xwe ve girêdaye, û şer û wêranî aniye nav xelkên me.
Her weha çalakvan Mihemed Hesen ji PYDê xwest ku hemû girtiyên Kurd ji zîdanên xwe berde, û lêbûrînê ji gelê Kurd bixwaze.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê