Piştî salekê ji binçavkirinê cihê serkirdeyê kurd Ebdulrehman Apo yê ku ji hêla çekdarên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD li Efrînê hatibû binçavkirin hat nasîn.
Jêderkî ji Partiya Dîmuqratî kurdistanî – Sûriya PDKS ji malpera Hevbendiyê re ragihand ku Ebdulrehman Apo li bajarê Qamişlo di zindana Elaya de ye.
Heman jêderî tekez kir ku berî çend rojan endamê komîta navendî ya partî Dîmuqratî kurdistanî – Sûriya PDKS Ebdulrehman Apo ji zindana Elaya li gel hevjîna xwe pêwendiyeke telîfonî girêda bû .
Tê zanîn ku Ebdulrehman Apo di 12-7-2017 li taxa Eşrefiyê li bajarê Efrînê ji hêla çekdarên PYD hatibû binçavkirin, û piştî kontrolkirina Efrînê ji hêla hêzên rikberiyê yên çekdar, Apo ji bo zindanên Qamişlo hatibû veguhestin.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê